Li Şêxmeqsûd pêngava xweparastina ji nexweşiya Leşmanyayê

Meclisa Tenduristiyê ya taxa Şêxmeqsûd a Helebê ji bo xweparastinê ji nexweşiya Leşmanya pêngavan destpê kir.

Li Şêxmeqsûd pêngava xweparastina ji nexweşiya Leşmanyayê
Li Şêxmeqsûd pêngava xweparastina ji nexweşiya Leşmanyayê
Li Şêxmeqsûd pêngava xweparastina ji nexweşiya Leşmanyayê
Li Şêxmeqsûd pêngava xweparastina ji nexweşiya Leşmanyayê
31 adar, 2019   13:38
HELEB

Bi armanca parastina zarokan ji nexweşiya Leşmanya (Hebê Helebê) û rê li pêşiya belavbûna wê were girtin. Meclisa Tenduristiyê ya taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi koordîneya rêveberiya komîn û dibistanan pêngava xweparastinê ji nexweşûiyê destpê kir.

Di hemleyê de semînerên girêdayî xweparastina ji nexweşiyê ji hêla bijîşkên pispor ve ji endamên komîn û mamosteyan re hatin orgenîzekirin. Di semîneran de nîşaneyên vê nexweşiyê li ser laşê mirov, cureyê mêşê ku dibe sedema nexweşiyê û awayên pirbûna wê mêşê di nav çop û kavilan de hatin vegotin.

Tevî semîneran belavokên girêdayî nîşaneyên nexweşiyê û rêbazên dermankirinê li ser dikan, xwendekar û şêniyan hatin belavkirin.

Têkildarî mijarê Dr.Mihemed Mihemedekî hevserokê Meclisa Tenduristiyê ya taxê got: "Gelek haletên nexweşiya Leşmanye li taxê hatin ba me. Li ser wê me dest bi hemleya xweparastinê ji nexweşiyê da destpêkirin. Li gel nepeydakirina dermanan, xweparastin pêwîst e."

Li gorî hevserokê Meclisa Tenduristiyê diyar kir ku pêngavên xweparastina ji nexweşiyan berdewam in.

(şx)

ANHA