Ebû El-Xeyed: Îran û Tirkiyê aloziya erebî kûrtir kirin

Sekretêrê Giştî yê Komkara Dewletên Ereban Ehmed Ebû El-Xeyed got, destwerdanên Îran û Tirkiyê aloziya erebî kûrtir kirin li pêşiya hewldanên çareseriyê dibin asteng.

Ebû El-Xeyed: Îran û Tirkiyê aloziya erebî kûrtir kirin
31 adar, 2019   13:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Sekretêrê Giştî yê Komkara Dewletên Ereban Ehmed Ebû El-Xeyed di lûtkeya Erebî de ku niha li Tûnisê tê lidarxistin got:"Destwerdanên welatên cîranê di herêmê de bi taybet destwerdanên Îran û Tirkiyê aloziya li welatên wan kûrtir kirin, temenê krîzê dirêjtir kirin, her wiha dîtina çareseriyê asteng dikin."

Ebû El-Xeyed anî ziman ku, "Ewlehiya neteweyî ya erebî di salên derbasbûyî de, rastî metirsiyê hatine".

Her wiha Sekretêrê Giştî yê Komkara Dewletên Ereban bal kişand ser biryara serokê DYA Donald Trump a der barê Colanê de û wiha got:"Colan ji xaka Sûriyê ya dagirkirî ye û dagirkeriya Îsraîlê hewl dide qezenciyan bi dest bixe."

Îro li Tunisê, bi beşdarbûna piraniya serokên welatên Eraban xebatên lûtkeya 30`yemîn a Komkara Ereban kir. Lûteke bi armanca gotûbêjkirina aloziya Sûriyê, Yemen û Lîbyayê û xebatên ji bo sekinandina destwerdanên derve û herêmî tê lidarxistin.

Têkildarî mijarê serokê Tûnisê û Qiralê Erebistana Siûdî gotin, divê destwerdanên hindirîn, derve yên di karûbarên welatên Ereban de werin rawestandin.

(eh)