Li başurê kantona Qamişlo li 41 gundan lehî rabû

Li 41 gundên başurê kantona Qamişlo di encama barana dijwar de lehî rabû. Weke rewş destwerdana lezgîn Komîteya Awarte ya navçeya Til Hemîsê bi dehan dibistan ji şêniyên gundên ku zirar dîtine re vekirin û heta niha 308 malbat lê bi cih kirine.

Li başurê kantona Qamişlo li 41 gundan lehî rabû
Li başurê kantona Qamişlo li 41 gundan lehî rabû
Li başurê kantona Qamişlo li 41 gundan lehî rabû
Li başurê kantona Qamişlo li 41 gundan lehî rabû
Li başurê kantona Qamişlo li 41 gundan lehî rabû
Li başurê kantona Qamişlo li 41 gundan lehî rabû
Li başurê kantona Qamişlo li 41 gundan lehî rabû
Li başurê kantona Qamişlo li 41 gundan lehî rabû
Li başurê kantona Qamişlo li 41 gundan lehî rabû
Li başurê kantona Qamişlo li 41 gundan lehî rabû
Li başurê kantona Qamişlo li 41 gundan lehî rabû
Li başurê kantona Qamişlo li 41 gundan lehî rabû
31 adar, 2019   11:13
 QAMIŞLO-ŞEHAB EHMED

Bi sedan malbatên gundên navçeya Til Hemîsê zehmetiyan bi sedama lehiyên ku hefteya derbasbûyî li herêmê rû dane, dikişînin. Di encama van lehiyan de bi dehan mal hilweşîn û bi sedan malbatan berê xwe da dibistan û gundên derdorê. Hêjayî gotinê ye ku piraniya malên sivîlan ji axê ne.

Şaredariya Gel a navçeya Til Hemîsê û Komîteya Awarte bi hevkariya şêniyên gundên ku zirar dîtine bi dehan gund vala kirin, bi tenê li çend gundan kêm kes mane.

Wek rewşeke lezgîn Şaredariya Gel a navçeya Til Hemîsê û Komîteya Awarte gelek dibistan û saziyên xizmetê ji şêniyan re amade kirin. Her wiha şêniyên ku bi sedema lehiyê hatine dorpêçkirin, di dibistanan de bi cih kirin. 70 malbat li Dibistana Ehmed Silêman, 62 malbat li Dibistana Zehdî Selmo, 15 malbat li Dibistana El-Hinwe, 5 malbat li Dibistana Ebû Curn, 2 malbat li Navenda Elektrîkê ya Ebû Curn û 5 malbat li Dibistana El-Tayêf hatin bicihkirin. Pêdiviyên wan ji mazot, av û derman, betanî û xwarinê jî hatin dabînkirin.

41 gund di bin avê de man

Li gorî Şaredariya Gel a Til Hemîsê, hejmara gundên ku bi sedema lehiyê ketine bin avê, 41 gund in. Jê 17 girêdayî bajarokê Ceza û 24 jî girêdayî bajarokê Ebû Curn û Ekaz in. Her wiha alîkariya van gundan bi rêya treksan hatin kirin. Şaredariyê trektor û alavên veguhastinê bi rê kirin da ku şêniyan û pezên wan ji gund bi derxin.

Gundên ku zirar ji ber lehiyê ditîne yên girêdayî bajarokê Ceza ev in: Mezaih El-Henwe, Sefok, Xirbet El-Ehêmer, El-Beşo, El-Zerqa, El-Necim, Xirber Fida, Ekreşe, Sefane, El-Qadisiyê, Til El-Ehêmer, El-Mentesêrîn, Ebtez El-Salim, El-Bekariye û Muşêrfe El-Hemir a başur.

112 malbat ji wan gundan derketine. Malên hilweşîne û yên li ber hilweşînê ne, nêzî 100 mal in.

Li aliyekî din jî gundên bajarokê Ebû Curn ên ku zirar dîtine ev in: Cêsî Elmî, Cêsî El-Kebîr, Wawiye, Xirbet Umer, Mezret Xirbet Umer, El-Meştel, El-Zome, Tol Kerem, El-Hinewe, Belqîs, El-Deiboliye, El-Xemşe, El-Medo, El-Ferhaniye, El-Dehwê, El-Dîbah, El-Melîha, El-Himye, El-Tayêf, El-Heswe, Farsok û El-Wedîhiyê.

Hejmara malbatên ku ji van gundan derketine 196 e. Niha li dibistanan bi cih bûne. Hejmara malên hilweşîne zêdetirî 150 malan e. Hê jî malbat berê xwe didin dibistanan, ji ber metirsiya hilweşîna malên wan.

Ava li geliyan zêdetir dibe û ev ji bo şêniyan dibe xetereyek.

Hevserokê Şaredariya Gel a Til Hemîsê bang li rêxistinên mirovî kir da ku alîkariya kesên zirar dîtine, bikin. Her wiha bal kişand ser ku heke rewşa hewa wisa berdewam bike, dê malbatên ku zirarê bibînin ji 2 hezarî derbas bike.

Her wiha hê jî malên ku hê bi temamî hilneweşîne û dikin hilweşin, hene. Di vê derbarê de ajansa me ANHA’yê bi gelek şêniyên Til Hemîsê re ku zirar dîtine, hevpeyvîn çêkirin.

Feysel Ziyab Ehmed ji gundê El-Dîbah, Metra Yûsiv ji navçeya Til Hemîsê, Mihemed Berho ji gundê Cêsî Elmî, Şexsiye Berho ji gundê El-Deiboliyê, Şêxe Salim ji gundê Wawiyê û Hewe Xelîf Berho ji gundê Cêsî Elmî ku malên wan zirar dîtine ji ajansa me re axivîn.

Şêniyan diyar kir ku bi lez û bez ji malên xwe derketin, ji ber metirsiya ku xanî bi ser zarokên wan de hilweşin.

(fr)

ANHA