YPJ: Hevrêya me Dilovan Şêran şehîd bû

Fermandariya Giştî ya YPJ`ê ragihand ku şervana wan Dilovan Şêran di encama qezayekê de şehîd bûye.

YPJ: Hevrêya me Dilovan Şêran şehîd bû
31 adar, 2019   09:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya YPJ`ê hatiye belavkirin, wiha ye:

“Hevrêya me Dilovan, li Dêrikê di encma qezayê de, tevî hemû hewldanan gihîşt şehadetê. Em di kesayeta hevrê Dilovan de, hemû hevalên ku di têkoşînê de bi fedekariyên mezin rabûn û gihîştin şehadete, bi rêzdarî bi bîr tînin û soza dewamkirina rêya wan nû dikin.

Têkoşîna me di encama kedên mezin û berdêlên giranbuha de gihîşt vê rojê. Em her roj li qadên cuda, yên têkoşînê şahidiya fedakarî, xwestek û têkoşîna ji bo azadiyê tê dayîn, dikin. Her şervaneke me bi vê ferasest û nêzîkatiyê tev lê dibe û têkoşînê dimeşîne. Hevrêya me heval Dilovan, ya di temenê xwe yê ciwan de tev li nav refên tekoşînê bû, yek ji wan hevrêyan bû.

Hevala me Dilovan hevaleke ji Kobanê bû, bi hestên şoreşê di malbateke welatparêz de mezin dibe. Berxwedana li Kobanê bandor lê kir û beşdarî nav refên YPJ’ê dibe.

Heval Dilovan, li Dêrikê di encama qezayê de, şehîd bû. Tevî hemû hewldanan di 18’ê Sibata 2019’an de li Dêrikê gihîşt şehadetê. Em ji malbata heval Dilovan û hemû gelê me re sersaxiyê dixwazin û xemgîniya malbatê parve dikin. Em soza xwe ya şopandina rêya şehîdan nû dikin û careke din hevrê Dilovan û hemû hevrêyên me yên ku şehîd bûne, bi rêzdarî bi bîr tînin.

Nasnameya hevala me wiha ye:

*****

Nav û paşnav: Dilovan Şêran
Navê rast û paşnav: Ocelîn Kalo
Navê dayikê: Zelîxa
Navê bav: Mehmûd
Cih û dîroka tevlêbûnê: 2016, Kobanê
Cih û dîroka şehadetê: 18.02.2019 Dêrik.”