Di hilbijartinên li Tirkiyê de 2 kes hatin kuştin

Li navçeya Şîro ya Meletiyê di dema dengdayînê de li ser sindoqekê şer derket. Di şer de çek bi kar anîn û 2 kes bi guleyan hatin kuştin. Li Amedê jî polîsan namzeta hevşaredariyê Zubeyde Zumrut û nûçegihana Jinnewsê Gulîstan Azak derb kirin.

Di hilbijartinên li Tirkiyê de 2 kes hatin kuştin
31 adar, 2019   10:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Li navçeya Şîro ya Meletiyê,  dema welatiyan dengên xwe didan lii taxa Bolunmez li Dibistana Seretayî ya Bolunmez di navbera du koman de şer derket. Di şer de çek bi kar anîn û 2 kesan; Hasan Aktaş û Îlyas Aktaş jiyana xwe ji dest da. Cenazeyên 2 kesên jiyana xwe ji dest daye, ji bo otopsiyê birin morgê.

Zubeyde Zumrut û nûçegihana Jinnewsê hatin derbkirin

Namzeta HDP'ê ya hevşaredariya navçeya Rezan a Amedê Zubeyde Zumrut li Dibistana Alî Kuşçu ya Rezanê dengê xwe da.

Nûçegihana Jinnewsê Gulîstan Azak dema Zubeyde Zumrut dişopand, ji aliyê polîsan ve hat astengkirin û tehdîtkirin. Polîsan Azak tehdît kir û wiha got: "Tu terorîst î, ji vir biçe."

Zubeyde Zumrut dema bertek nîşanî polîsan da, ji aliyê polîsan ve hat dehfdan.