Lûtkeya Erebî îro pêk tê

Îro li Tûnisê komxebatên dewreya 30’emîn a Lûtkeya Erebî bi beşdarbûna berpirsên dewletên Ereban, sekreterê giştî yê NY’yê Antonio Guterres dê dest pê bike.

Lûtkeya Erebî îro pêk tê
31 adar, 2019   08:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Di Lûtkeya Erebî de dê doza Filistînê û aloziyên li Sûriye, Yemen û Lîbyayê werin nîqaşkirin. Wezaretên karên derve yên Ereb civîna amadekariya lûtkeyê bi teqezkirina girêdana Colana Sûriyê û redkirina destwerdana Îranê der barê herêmê de, bi dawî kir.

Beriya dest bi lûtkeyê bikin, sekreterê giştî yê Camiya Ereb Ehmed Ebû El-Xeyz û Antonio Guterres li hev civîn. Nîqaş li ser hevkarî û koordînekirina berfireh ya ku Mecliisa Dewletên Ereban û Neteweyên Yekbûyî (NY) li hev dicivîne, bû. Bi taybet di çarçoveya hevkariya mohrkirî ya di navbera her du aliyan de sala 1989’an û temamkirina wê ya sala 2016’an de.

Her wiha hevdîtin li ser geşedanên dawîn li ser qada erebî û hevkariya erebî û navdewletî da ku aloziya herêmê bê bidawîkirin, bû.

Her du sekreterên giştî jî li ser aloziyên li Sûriye, Yemene û Lîbyayê û girîngiya xebatên erebî û navdewletî ji bo çareserkirina van aloziyan bi rêyên siyasî û sekinandina destwerdanên derve ji herêmê re nîqaş kirin.

(fr)