Li Xelfetiyê polîs bê belge deng didin

Hate zanîn ku ji bajarên mîna Mêrsîn, Edene, Antalya û Konya yên Tirkiyê polîs veguhezandin navçeya Xelfetiyê ya Rihayê. Polîs bê belge deng didin. Li gundê Hîlalî yê navçeyê jî ji ber ku deng bi awayekî vekirî hatin dayîn, dengdayîn hat rawestandin.

Li Xelfetiyê polîs bê belge deng didin
31 adar, 2019   08:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Li navçeya Xelfetî ya Rihayê dengdayînê bi hîleyan dest pê kir. Beriya hilbijartinê 3 hezar û 187 hilbijêr veguhezandin Xelfetiyê û wan hilbijêran jî dest bi dengdayînê kir. Hat dîtin ku gelek polîs ku ji bajarê Mêrsînê anîn Xelfetiyê, di sindoqa bi hejmara 1094’an a li Lîseya Anadoluyê dengan didin.

Di şertên asayî de divê polîs bi belgeya jimara 142’yan a fermî dengên xwe bidin. Lê ev belge li cem tu polîsan tune  bû.

Ji duh şev ve ji bajarên wekî Mêrsîn, Edene, Antalya û Konya yên Tirkiyê hilbijêrên hatin veguhezandin bi piraniya wan jî bi maşîneyên polîsan anîn.

Li navenda navçeyê otobusên polîsan ên zirxî digerin. Qeyûm Şeref Albayrak li dibistanan digere û xwestiye ku wezîfedarên HDP’ê yên li ser sindoqan derxin derve.

Li gundê Hîlalî dengdayîn hat sekinandin

Li gundê Hîlali yê navçeya Xelfetiyê di sindoqên bi hejmarên 1049 û 1050’an de dengên vekirî hatin bikaranîn. Wezîfedarên HDP’ê yên li ser sindoqan mudaxeleyî rewşê kir. Di navbera HDP’yî, polîs û AKP’yiyan de nîqaş derket. Nîqaş dirêj bû û parêzer ketin dewreyê. Bi sedema dengên vekirî hatin bikaranîn, dengdayîn hat rawestandin. Parêzeran got divê dengên vekirî hatine bikaranîn, bên betalkirin.