Li Bismilê leşkeran xwest li şûna gundiyan dengan bidin

Li gundê Koperî yê navçeya Bismilê ya Amedê fermandarê qereqolê dengên vekirî li gundiyan ferz kirin. Fermandarê Tirk gef li gundiyan xwar û got: “Hûn ê dengê xwe tenê bidin cihekî yan jî ez ê ji dêvla we denge we bidim.”

Li Bismilê leşkeran xwest li şûna gundiyan dengan bidin
31 adar, 2019   08:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Hat ragihandin ku duh bi şev fermandarê qereqolê çûye gundê Koperî yê navçeya Bismil a Amedê û “dengên vekirî” li gundiyan ferz kirine û xwestiye ji dêvla gundiyan ew dengên hilbijêrên gund bide.

Şêniyekî gund û peywirdarê sindoqa gund ku ji ber ewlehiyê nexwest navê wî bê eşkerekirin, ragihand ku fermandarê qereqolê hatiye gund û “dengên vekirî” li gundiyan ferz kirine. Şêniyê gund, ragihand ku fermandarê qereqolê gotiye bila sibê şêniyên gund neyên ser sindoqan, ew ê serê sibehê zû bên gund û ew ê ji dêvla gundiyan dengên wan bidin û gotiye: “Hûn ê dengên xwe tenê bidin cihekî. An jî ez ê ji dêvla we dengên we bidim. 4-5 mehan ez li vir im. Lê hûn her tim li vir in.”

Li Dêrsimê hewldana dayîna dengên mukerer

Li navçeya Xozat a Dêrsimê leşker hewl didin dengên mukerer (dubarebûyî) bidin. Hate zanîn ku leşker bi cil û bergên xwe yên fermî li ser sindoqên ku tê de peywirdar in, dengên xwe didin. Ev yek jî dihêle ku bi belgeya xwe ya bi hejmara 142 dikarin careke din jî deng bidin.