Çalakiya Leyla Guven ket roja 144’an

Çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven ku bi armanca bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kiriye, di roja xwe ya 144’an de dewam dike.

Çalakiya Leyla Guven ket roja 144’an
31 adar, 2019   06:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Culemêrgê Leyla Guven bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 144 roj e di greva birçîbûnê de ye. Leyla Guven di Zindana Amedê de dest bi çalakiya xwe kiribû û piştî ku hate tehliyekirin, di mala xwe de berdewam dike.

Li Hewlêrê endamê meclisa partiyê ya HDP’ê Nasir Yagiz çalakiya xwe di roja 131’emîn de didomîne. Her wiha li Strasbourgê 14 kes û li Walsê Îmam Şîş ev 105 roj e çalakiya xwe ya greva birçîbûnê didomînin.Li Mexmûrê çalakiya endama Meclisa Îştarê Fadîle Tok 71 roj, çalakiya hevseroka DBP’ê Sebahat Tuncel û parlamentera berê ya HDP’ê Selma Irmak 75 roj, li bajarê Toronto yê Kanadayê çalakiya Yusuf Îba 78 roj û her wiha çalakiya girtiyên li zindanên Tirkiyê ku di 16’ê Kanûnê de dest pê kiribû, 106 roja li pey xwe hiştin. Çalakiya girtiyan di 1’ê Adarê de li tevahiya zindanan belav bûbû.

Li Amadê parlamenterên HDP’ê Dêrsim Dag, Tayîp Temel û Murat Sarisaç di avahiya HDP’ê de çalakiya xwe berdewam dikin.

Çalakiyên xwe di malên xwe de berdewam dikin

Her wiha çalakiya Sedat Akin ku di Zindana Erzinganê de dest bi çalakiyê kiribû, piştî ku hate tehliyekirin, çalakiya li mala xwe ya li Batmanê didomîne. Çalakiya Akin ket roja 84’an.

Gurbet Ektîren ku li Zindana Bakirkoy a Stenbolê di 15’ê Çileyê de dest bi çalakiyê kiribû, piştî ku di 8’ê Adarê de hate tehliyekirin, çalakiya xwe li mala xwe ya navçeya Dêrik a Mêrdînê didomîne.

Ihsan Sinmîş (55) di 1’ê Adarê de li Zindana Silivrî ya Stenbolê dest bi çalakiya xwe kir û piştî ku di 11’ê Adarê de tehliye bû, di mala xwe ya li navçeya Kuçukçekmece ya Stenbolê de çalakiya xwe didomîne.

Ferdi Karabay li Zindana Bucayê ya Izmîrê di 1’ê Adarê de dest bi çalakiyê kir û piştî ku di 22’yê Adarê de tehliye bû, çalakiya xwe li mala xwe didomîne.

Sînan Erkiliç jî ku di 1’ê Adarê de dest bi çalakiya xwe kir û piştî ku di 21’ê Adarê de tehliye bû, çalakiya xwe li mala xwe ya li navçeya Başakşehir a Stenbolê didomîne.