Li herêma Cizîrê barana dijwar, komîteyên awarte li ser kar in

Li piraniya bajar û deverên herêma Cizîrê, baraneke dijwar dibare û lehî li hin herêman rabûn. Komîteyên awarte jî di nava seferberiyê de karê xwe didomînin.

Li herêma Cizîrê barana dijwar, komîteyên awarte li ser kar in
Li herêma Cizîrê barana dijwar, komîteyên awarte li ser kar in
31 adar, 2019   07:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro jî barana dijwar li piraniya bajar û deverên herêma Cizîrê dewam dike. Li hin herêman jî ji ber barana dijwar lehî rabûn.

Ji ber barana dijwar ku ev çend roj e dewam dike, lehî rabûn û gelek pir xira bûn. Ev yek jî bû sedem ku li hin herêman rê bên girtin.

Di van kêliyan de, hin aliyên peywendîdar û bi taybet komîteyên awarte yên girêdayî şaredariyên gel, tedbîrên pêwîst digirin ji bo rêgirtina li ber karesatan.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji ber barana dijwar ku di hefteya derbasbûyî de bariya, ava bendavên kantona Qamişlo zêde bû, aliyên peywendîdar jî ragihand ku tu xetere li ser bendavan tune ye piştî ku henefiyên bendavan hatin vekirin.

(kc)

ANHA