Komxebata Diyaloga Sûrî-Sûrî di roja duyemîn de didome

Komxebata sêyemîn a Diyaloga Sûrî-Sûrî bi xwendina reşnivîsa mijara duyemîn a komxebatê ku ji nexşerêya çareseriya aloziya Sûriyê pêk tê, dest pê kir.

Komxebata Diyaloga Sûrî-Sûrî di roja duyemîn de didome
28 adar, 2019   10:08
KOBANÊ

Komxebata Diyaloga Sûrî-Sûrî ya sêyemîn ku ji aliyê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) ve bi dirûşma "Ji hevpeymana civakî ya Sûriyê ber bi serdema nû ya demokratîk ve" tê birêvebirin, du roja duyemîn de didome. Komxebat li Eywana Newroz a Kobanê bi beşdarbûna 148 nûnerên şepêlan, partî, rêxistinên siyasî û civakî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her wiha nûnerên ji hêzên muxalefetê yên hundir û derveyî Sûriyê, kesayetên serbixwe, çalakvanên mafên mirovan, siyasetmedar, nivîskar û rojnamevan pêk tê.

Roja duyemîn a komxebatê bi axaftina  hevserokê MSD`ê Riyad Derar dest pê kir. Derar wiha axivî: "Gelek hêvî ji bo pêşerojê hene, em dixwazin bi awayekî rast bigihêjin wê û bibêjin ku Sûriye dewleteke pêşketî ye, ji ber ku parçeyekî ji vê cîhanê ye."

Paşê komîteya amadekar reşnivîsa nexşerêya çareseriya aloziya Sûriya xwend, ew jî mijara duyemîn ji mijarên komxebatê ye.  Tê payîn ku bendên reşnivîsa nexeşerêya çareserkirina aloziya Sûriyê ji aliyê beşdaran ve bê nîqaşkirin. Her wiha di dawiyê de dê komxebat bi biryar û encamnameyekê bi dawî bibe.

Beşdaran di roja yekemîn a komxebatê de li ser girîngiya pêkanîna jiyana hevbeş a gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên wê, neteweyan û olên cuda û piştgiriya saziyên civaka sivîl û aktîfkirina wê nîqaş kirin.

(jo)

ANHA