Li Yemenê şer û topbaran di navbera aliyên dijber de

Îro hêzên hikumeta serokê Yemenê Abd Rebo Mensûr Hadî ragihand ku 30 Hûsiyên ku li parêzgeha El-Dalia ya li navenda welat, di kemînekê de hatin kuştin. Her wiha hêzên Hûsiyan çend nuqteyên artêşa Yemenê topbaran kirin.

Li Yemenê şer û topbaran di navbera aliyên dijber de
28 adar, 2019   10:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Malpereke 26`ê Îlonê ya girêdayî artêşa Yemenê ku hêzên wan dikaribûn leşkerên Hûsiyan dema hewl didan bi çiyayê Medreh ve ku dikeve rojavayê herêma Miryisê ya bakurê El-Dalîa hilkişin, ji aliyê çiyayê El-Şamî ve hatin dorpêçkirin.

Di encama kemînê de, 30 Hûsî hatin kuştin û 10 kesên din jî birîndar bûn. Di nav wan de fermandarê ku bi navê Îbrahîm El-Ekwa tê naskirin, cîgirê rêveberiya hêzên Hûsî yê parêzgeha El-Dalîa û berpirsê eniyên parêzgehê jî hebûn, hatin kuştin.

Têkildarî mijarê hêzên Husî jî ragihand ku wan moşekeke balîstîk a ‘Bedir 1-B’ li ser komeke ji hêzên artêşa Yemenê ya rojavayê midûriyeta Heyran a parêzgeha Hecê avêtine, di encamê de kuştî û bi dehan birîndar hene.

(eh)