Pîrozbahiya girseyî ya QSD’ê dest pê kir

Li bajarê Qamişlo pîrozbahiya QSD’ê ya bi boneya têkçûna DAIŞ’ê bi tevlêbûna bi hezaran şervan û şêniyên Qamişlo dest pê kir.

28 adar, 2019   11:04
QAMIŞLO

Têkildarî têkçûna DAIŞ’ê li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîrozbahî tên lidarxistin. Îro jî şervanên QSD’ê li bajarê Qamişlo li Stada 12’ê Adarê bi dirûşma ‘Me biryar da û em bi ser ketin’ pîrozbahiyeke girseyî li dar dikeve.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn, hêzên Trafîkê û yên Hawarî ewlehiya qadê girt. Heyva Sor a Kurd ji bo rewşên awarte di pîrozbahiyê de amade bûn. Ji bo şopandinê jî bi dehan dezgehên ragihandinê di pîrozbahiyê de amade bûn.

Qada pîrozbahiyê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneya çalakvana greva birçîbûnê Leyla Guven, alên YPJ/YPG’ê, TEV-DEM û wêneyên şêhîdan hate xemilandin. Bi hezaran şervanên YPJ/YPG, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên Erka Xweparastinê tev li pîrozbahiyê bûn. Di şahiyê de malbatên şehîdan ên Kurd, Ereb, Suryan, Ermen bi wêneyên şehîdan cihê xwe girt.

Pîrozbahiyê bi toraneke leşkerî dest pê kir. Her wiha şervanên YPJ/YPG’ê li dora qadê bi erebeyên leşkerî geriyan. Di şahiyê de stranên li ser şervanên YPJ/YPG’ê hatin gotin.

Tê payîn ku di pîrozbahiyê de ji fermandarên YPJ`ê Sema Efrîn, ji fermandarên YPG`ê Hesen Qamişlo, hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan ê bajarê Qamişlo Hevî Sîd, endama Meclisa Qamişlo Şemsîxan Gûlo biaxivin.

ANHA