Şêniyên Reqayê: Serkeftina mezin dê li Efrînê be

Şêniyên Reqayê û gundewarên wê bi boneya serkeftina QSD`ê li hember çeteyên DAIŞ`ê şahiyek li dar xist û tekez kir ku heta tunekirina dagirkeriya Tirk û çeteyên wê, ew ê berxwedana wan berdewam bikin.

Şêniyên Reqayê: Serkeftina mezin dê li Efrînê be
Şêniyên Reqayê: Serkeftina mezin dê li Efrînê be
Şêniyên Reqayê: Serkeftina mezin dê li Efrînê be
Şêniyên Reqayê: Serkeftina mezin dê li Efrînê be
Şêniyên Reqayê: Serkeftina mezin dê li Efrînê be
Şêniyên Reqayê: Serkeftina mezin dê li Efrînê be
Şêniyên Reqayê: Serkeftina mezin dê li Efrînê be
Şêniyên Reqayê: Serkeftina mezin dê li Efrînê be
Şêniyên Reqayê: Serkeftina mezin dê li Efrînê be
25 adar, 2019   13:31
REQA

Bi boneya serkeftina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li hember DAIŞ`ê, Meclisa Sivîl a Bajarê Reqayê şahiyek li dar xist.

Tevî barana zêde jî bi sedan şêniyên Reqayê, endamên Meclisa Sivîl a Reqayê û fermandarên QSD’ê amade bûn. Cihê şahiyê bi alên QSD, YPG û YPJ`ê û wêneyên şehîdan hate xemilandin.

Di şahiyê de gelek kes axivîn, di nav de bi navê saziyên sivîl endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rojîn Mistefa, bi navê QSD`ê fermandar Heqî Ebid û bi navê  şêxên eşîrên Reqayê şêx Mihemed Nûrelzîb axivîn.

Axaftvanan serkeftina QSD`ê pîroz kir û got heta Sûriye ji rêxistinên terorê û di serî de çeteyên dewleta Tirk rizgar nebe, şer hîna bi dawî nebûye. Her wiha axaftvanan tekez kir ku serkeftina mezin rizgarkirina Efrînê ji dagirkeriya Tirkiyê ye.

Şahî bi dirûşmên silavkirina QSD`ê û dîlanên gelêrî bi dawî bû.

ANHA