Li Hesekê navenda astengdaran hate vekirin

Desteya Kar û Barên Şehîdan a Kantona Hesekê, îro navendeke taybet ji bo perwerdekirina zarokên astengdar bi navê ‘Navenda Şehîd Rengîn a Zarokan’ vekir.

Li Hesekê navenda astengdaran hate vekirin
Li Hesekê navenda astengdaran hate vekirin
Li Hesekê navenda astengdaran hate vekirin
Li Hesekê navenda astengdaran hate vekirin
Li Hesekê navenda astengdaran hate vekirin
Li Hesekê navenda astengdaran hate vekirin
25 adar, 2019   13:06
HESEKÊ

Navenda Şehîd Rengîn a Zarokan bi merasîmekê li taxa Til Hecer a Hesekê hate vekirin. Armanca navendê perwerdekirina zarokan û alîkariya wan di aliyê psîkolojîk de ye.

Cîgira hevserokên Desteya Kar û Barên Şehîdan a Herêma Cizîrê Şaha Xelef di vekirina navendê de axivî û diyar kir ku armanca vekirina navendê ew e ku alîkariya zarokan di aliyê psîkolojîk de bikin da ku xwebaweriya wan çêbe û di nav civakê de çalak bin.

Paşê deriyê navendê ji aliyê Emel Zeyîdî xwişka şehîd Rengîn ve ku li çiyayê Cûdî şehîd bûye, hate vekirin.

Endamên navendê diyar kir ku dê 4 pisporên xwedîkirina zarokên astengdar rojane 3 seatan wan perwerde bikin.

Heta niha 20 zarok hatin tomarkirin. Li navendê 75 zarok dikarin werin xwedîkirin, lê eger hejmar bêhtir bibe, dê kar li ser 2 danan bikin û temenê zarokan ji 4 saliyê heta 12 saliyê be.

Navenda astengdaran cara yekemîn e piştî Qamişlo li kantona Hesekê tê vekirin. Tê payîn ku li bajarên din jî di demên pêş de bên vekirin.

(jo)

ANHA