Li navçeyên rojhilatê Qamişlo lehî rabû

Barana dijwar a ku li navçeyên rojhilat ên kantona Qamişlo barî, bû sedema lehî rabin û gelek rê hatin girtin.

Li navçeyên rojhilatê Qamişlo lehî rabû
25 adar, 2019   07:37
QAMIŞLO

Duh li navçeyên Tirbespî, Çilaxa û Dêrikê yên girêdayî kantona Qamişlo baraneke dijwar bariya û di encamê de lehî çêbû.

Nûçegihanên ajansa me ANHA’yê ragihand ku Komîteya Awarte lez da rizgarkirina şênî û milkên wan. Lehiyê rêya di navbera bajarê Qamişlo û Dêrikê de birî. Şaredariya Gel jî hewl dide rê veke û çûyîn û hatinê hêsan bike.

Her wiha di encama lehiyê de, pira Taxa Cûdî (Xêrka berê) ya bajarê Dêrikê hilweşiya û çûn û hatin rawestiya.

(fr)

ANHA