Girtiyên PKK û PAJK’î: Heta daxwazên me pêk werin, em ê berxwedanê bidomînin

Girtiyên PKK û PAJK'ê çalakgerên fedayî Zulkuf Gezen, Ayten Beçet, Ugur Şakar û Zehra Saglam bi bîr anîn û destnîşan kir ku heta ku daxwazên wan pêk bên dê berxwedana xwe bidomînin.

Girtiyên PKK û PAJK’î: Heta daxwazên me pêk werin, em ê berxwedanê bidomînin
25 adar, 2019   07:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi navê girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê Denîz Kaya daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de çalakiyên fedayî yên Zulkuf Gezen, Ayten Beçet, Ugur Şakar û Zehra Saglam hatin bibîrxistin û hate gotin ku girtî bi biryar in ku heta pêkhatina daxwazên wan berxwedana greva birçîbûnê bidomînin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di rastiyê de hewldana ji bo bêîradekirina gelan e, li Kurdistanê û her devera dinyayê bi berxwedanê hatiye pêşwazîkirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku xeta berxwedana dîrokî ya ku bi pêşengiya Leyla Guven dest pê kir, pêl bi pêl li gelek welatan belav bû û hate destnîşankirin ku ev berxwedan nîşan dide ku felsefeya azadkirina jinan û mirovahiyê ya Rêberê Gelê Kurd ketiye meriyetê.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ev berxwedana birûmet a bi pêşengiya zindanê dest pê kir, bû berxwedaneke gel, roj bi roj mezin dibe û wiha hate gotin: "Hevrê Zulkuf Gezen, Ayten Beçet, Ugur Şakar û Zehra Saglam li Kurdistanê, metropolan û dîasporayê bi çalakiyên xwe yên mezin li dijî faşîzma AKP-MHP'ê got 'Dîrok ew e ku bi berxwedanê hatiye nivîsandin'. Şehadeta her çar hevrêyên me hem baweriya me ya bi serketinê xurttir kir, hem jî biryardariya gelê me mezintir kir. Bêguman di pêvajoyên wiha de yên bêhempa, şehadeta asta herî bi rûmet e û ya ku ji me re dimîne, berxwedan û têkoşîneke mezintir e. Nirxê çalakiyên hevrêyên me yên şehîd nirxên herî giranbuha ne. Hevalên me dema ku çalakiya fedayî kirin, di nava fedayîtiyê de fedayîtî kirin, ji bo pêşî li şehadetên gengaz bigirin û şehadetên nû çênebin, bi çalakiyên xwe yên li dijî tecrîdê canê xwe feda kirin. Ev niyet û wêrekî ji bo Rêbertî, partiyên me PKK û PAJK û mirovahiyê cihê rûmetê ye.”

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û têkbirina faşîzmê bi bicihanîna rastî û felsefeya Ocalan dibe û wiha hate gotin: "Esasê partiya me civakîbûn û rêxistinî ye. Yên ku di çalakiyê de birêxistinbûyî be, ew dikarin bibin bersiv ji pêvajoyê re. Bi hewldaneke li gorî ruhê pêvajoyê û têkoşîna giştî serketin dikare bê afirandin. Faşîzma li dijî me faşîzmeke welê ye ku ji cenazeyên hevrêyên me jî ditirse. Bêwijdanî di asta herî bilind de ye. Em dibêjin, çi dibe bila bibe di nava her şert û mercî de bi berxwedana bi hev re em ê bi ser bikevin û azad bibin.

Li ser vê bingehê em ji malbatên hevrêyên xwe yên Zulkuf, Ugur, Ayten û Zehra û ji gelê Kurd re sersaxiyê dixwazin, careke din lehengiya hevrêyên li ber xwe didin hemûyan silav dikin û divê soz bidin ku 'bi hev re bi rengekî hîn rêxistinî li jiyanê binêrin' esas wergirin. Bêguman serketin wê ya hevrê û gelê me yê berxwedêr be.

Bi navê girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê em şehîdên pêngava xwe ya berxwedanê ku di hefteya lehengiyê de tev li lehengan bûn, bi rêz û minet bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna wan mezin bikin. Bi 7 hezar kesên tev li greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger bûne heta daxwazên me bi cih bên, em ê çalakiya xwe bidomînin. Ji bo hilweşandina faşîzma AKP-MHP'ê û afirandina şert û mercên azad ên Rêbertî, em ê xeta xwe ya berxwedanê ya li dora rêberê xwe xurttir bikin.”

Di dawiya daxuyaniyê de bang li gel, saziyan, raya giştî ya dinyayê û Tirkiyê hate kirin ku bi berpirsyarî tev bigerin.