Telebanî serkeftina şervanên QSD’ê li hemû Kurdan pîroz kir

Cîgirê serokê hikumeta herêma Kurdistanê Qubat Telebanî li ser serkeftina QSD’ê daxuyaniyek da û şervanên QSD’ê, pêşmerge û hemû gelê Kurd pîroz kir.

Telebanî serkeftina şervanên QSD’ê li hemû Kurdan pîroz kir
25 adar, 2019   07:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Şervanên QSD’ê li Dêrazorê dawî li çeteyên DAIŞ’ê anî. Piştî serkeftina QSD’ê ji seranserê cîhanê peyamên pîrozbahî û kêfxweşiyê hatin. Li ser dawî anîna çeteyên DAIŞ’ê bi destê şervanên Kurd cîgirê serokê hikumeta herêma Kurdistanê Qubat Telebanî daxuyaniyek nivîskî belav kir.

Telebanî di destpêk de got; “Kêfxweşiyek mezin e ku rêxistina terorîsta a herî mezin ya cîhanê li ser destê Kurdan û hevpeymanên wê bi dawî hat.”

Di daxuyaniya nivîskî a Telebanî de wiha hat gotin; “DAIŞ di sala 2014’an de derket û di demek nêzîk de gelek beşên xaka Iraq û Suriyeyê kontrol kir. Di wê demê de tenê hêza pêşmergeyên Kurdisatn û şervanan bûn ku bi çekên sade, lê bi îradeyek bi hêz hemberî wan derketin. Cara yekem jî DAIŞ li ser destê Kurdan û bi alîkariya hepvyemana navnetewî li navçe û bajarên Başûrê heya digihe Kobanê şikest. Şikestina dawî ya DAIŞ’ê carek din li ser destê keç û xortên Kurdan û hevpeymanê li Baxozê bû.”

Telebanî di dewama daxuyaniya xwe de got divê niha hemû cîhan ji peyama Kurdan têbigihe ku peyama aştî û demokrasîxwaziyê ye. Daxuyanî wiha dom kir; “Kurdan bi xwîna nêzîkî 2 hezar pêşmerge, 11 hezar şervan û zêdetirî 30 hezar birîndar vê destkeftiyê ji bo cîhanê aniye. Ji bo vê pêwîste civaka navnetewî di alîkarîdayîna ji bo Kurdan de berdewam bike. Her çendî ku DAIŞ li ser xakê xilas bûye, lê hîn jî ji bo aramiyê metirsiye.”

Qubat Telebanî di dawiya daxuyaniya xwe de serkeftina şervanên QSD’ê li hemû Kurdan pîroz kir û ji bo canê şehîdan silav şand. Telebanî got; “Silav ji bo pêşmerge û şervanên çeleng.”

(kc)