Pêkhateyên herêma Cizîrê serkeftina QSD`ê pîroz kirin

Bi hezaran şêniyên bajarê Hesekê û navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişloyê serkeftina QSD`ê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê pîroz kirin.

Pêkhateyên herêma Cizîrê serkeftina QSD`ê pîroz kirin
Pêkhateyên herêma Cizîrê serkeftina QSD`ê pîroz kirin
Pêkhateyên herêma Cizîrê serkeftina QSD`ê pîroz kirin
Pêkhateyên herêma Cizîrê serkeftina QSD`ê pîroz kirin
Pêkhateyên herêma Cizîrê serkeftina QSD`ê pîroz kirin
Pêkhateyên herêma Cizîrê serkeftina QSD`ê pîroz kirin
24 adar, 2019   15:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî duh (23’ê Adara 2019’an) QSD’ê bi awayek fermî serkefina xwe ya li dijî DAIŞ’ê ragihand. Piştî ragihandina QSD’ê ji duh ve şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daketine qadan û serkeftina QSD’ê pîroz dikin. Îro jî li navçeya Tirbespiyê ya girêdayî kantona Qamişlo û bajarê Hesekê serkeftina QSD’ê hat pîrozkirin.

Tirbespiyê

Bi sedan şêniyên navçeya Tirbespiyê bi şahiyekê serkeftina QSD`ê pîroz kirin. Şahî li hola Roj li dar ket.

Hol bi wêneyên şehîdên azadiyê hate xemilandin.

Di şahiyê de ji fermandarên YPG`ê Nazdar Silêman axivî û destnîşan kir ku bi saya fedakariya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê serkeftina mezin pêk hat û wiha got: “Têkçûna DAIŞ’ê nayê wateya tinebûna fikrê tundraw. Divê ev serkeftin bibe gaveke ber bi pêşketina di her qadên jiyanê de."

Paşê Navenda Hêzil a Çand û Hunerê berhemên xwe yên hunerî  pêşkêş kirin û beşdaran xelekên govendê gerandin.

Şahî bi berzkirina dirûşmeyên silavkirina berxwedana YPG, YPJ û QSD`ê bi dawî bû.

Hesekê

Pêkhateyên bajêrê Hesekê Kurd, Ereb û Suryan li hola Nicûm serkeftina QSD`ê pîroz kirin. Hol bi wêneyên şehîdan û alên YPG, YPJ û QSD`ê hate xemilandin.

Ji fermendarên QSD`ê Akif Hesekê axivî. Akif Hesekê têkoşîn û şerê QSD`ê yê li dijî çeteyên DAIŞ`ê li bîr anî û wiha got: “Şehîdan ji bo azadiya welat canê xwe feda kirin. Bila hemû bizanibin ku fedakariyên wan vala neçûn. Bi saya wan çeteyên DAIŞ`ê têk çûn."

Di dawiyê de Akif Hesekê serkeftina QSD`ê li gelên herêmê pîroz kir û destnîşan kir ku dê dîrok vê serkeftinê  xêz bike.

Piştre koma Tolhildan stranên gelêrî vegotin û şahî bi gerandina xelekên govendê bi dawî bû.

(şx)

ANHA