Rêveberiya Herêma Firatê: Em ê teqez Efrînê rizgar bikin

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Firatê soza domandina tekoşînê ji bo rizgarkirina Efrînê û xaka Sûriyê ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatiye dagirkirin, da û bang li civaka navneteweyî kir ku dagirkeriya Tirkiyê li Efrînê bi dawî bike.

Rêveberiya Herêma Firatê: Em ê teqez Efrînê rizgar bikin
18 adar, 2019   11:20

KOBANÊ

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Firatê di salvegera dagirkirina Efrînê de ji hêla dewleta Tirk û çeteyên wê ve, daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de teqez kir ku ew ê teqez Efrînê ji dagirkeriya Tirkiyê rizgar bikin.

Daxuyanî ji aliyê cîgirê hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Mihemed Şahîn ve bi zimanê erebî û endama Koordînasyona Kongreya Star Mizgîn Xelîl ve bi zimanê kurdî li pêşiya avahiya Rêveberiya Xweser li bajarê Kobanê bi beşdarbûna endam û rêveberên saziyên rêveberiyê hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

“Salek di ser dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê li ser Efrînê re derbas dibe. Her wiha salek ji bêdengiya cîhanî li hember kiryarên dermirovî yên ku dewleta Tirk û çeteyên wê der heqê gelê me de kirin, dibore.

Çeteyên ku Efrîn dagir kir, der heqê gelê me de hemû cureyên êrîşên faşîst pêk anîn, çi komkujî dibe û çi jî guhertina demografyaya herêmê dibe, di nava karên xwe yên qirêjî de destdirêjiya li ser jinan û zarokan jî dihat kirin û dest bi şewitandina daran dikin. Hemû tiştên girêdayî dîroka mirovahiyê jî hatin talankirin, di heman demê de dewleta Tirk welatiyên Efrînê ji axa wan derxistin û li şûna wan kesên çete û biyanî li wê herêmê bi cih kirin.

Lê civaka navdewletî li hember vê yekê bê deng ma û nekarîbûn parastina sivîlan bikin, lê dewleta Sûriyê li hemeber vê yekê bê deng ma û nekarîbû dijmin bisekinanda, li hember wan êrîşên dewleta Tirk, gelê me bi tenê hişt.

Lê zarokên kurd dev ji vê berxwedanê berneda û heta niha li Efrînê li ber xwe didin.

Di destpêka aloziya Sûriyê de, pêkhateyên ku bi hev re dijiyan, dewleta Tirk wê biratiya gelan tim bi rêbazên xwe yên krîtîk parçe dikirin, di aliyekî din de jî komên çete yên derve anîn hundirê Sûriyê ji bo dagirkirina axa Sûriyê, lê van çeteyan hemû mafê rêgezên mirovî derbas dikirin.

Piştî derbasbûna salekê ya li ser binpêkirina dewleta Tirk û çeteyên wê li ser Efrînê, qedexekirina bi zimanê dayikê jî bû yek ji zagonên çeteyên wê derê. Banga me ji bo civaka navdewletî û rêxistinên mirovahî ew e ku dawî li dagirkeriya Efrînê bîne.

Em soz didin gelê xwe ku em ê Efrîn û hemî xaka Sûriyê ji bin dagirkeriya dewleta Tirk rizgar bikin.

Efrîn wê azad be.

Silav li wan şehîdên berxwedêr.

Serkeftin ji Sûriyê re.”

(jo)

ANHA