Rêveberiya Xweseriya Efrînê: Em ê bi israr berxwedana xwe bidomînin

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku dema ku gelek serkeftin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin bidestxistin, dagirkeran êrîşî Efrînê kir da ku projeya demokratîk têk bibin.

Rêveberiya Xweseriya Efrînê: Em ê bi israr berxwedana xwe bidomînin
18 adar, 2019   11:29

ŞEHBA

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê bi wesîleya salvegera yekemîn a dagirkirina artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji kantona Efrînê re daxuyaniyek ji raya giştî re da.

Daxuyanî wiha ye:

"Bi destpêkirina aloziya Sûriyê re û xurtbûna şerê di navbera rejîm û opozîsyonê de, Sûriye veguherî qadeke şerê herêmî û navdewletî. Her kes li gorî berjewendiyên xwe yên siyasî û aborî şer dikir. Gelê Sûriyê bû gelekî ku ji welatê xwe xerîbû û bû koçber û penaber. Di wan demên zehmet de Şoreşa 19`ê Tîrmehê li Rojava dest pê kir.

Di wê şoreşê de xeta 3`yemîn dûrî desthilatdariyê hat girtin. Ji felsefeya neteweya demokratîk, biratiya gelan û stratejîk di têkoşîna xwe de esas hat girtin. Efrîn bû cihê ewle ku bi deh hezaran kesên ku ji şer direviyan berê xwe didan Efrînê. Pêngaveke girîng di aliyê perwerde û fêrbûna bi zimanê dayikê kir. Ji derfetên xwe yên xweser yekemîn zanîngeh vekir û li ser asta Sûriyê bû mînak. Tevî wê jî ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên ve di nava dorpêçê de bû.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi balafir, tank û moşekan êrîşî Efrînê kir. Li dijî sivîl û zarokan komkujî pêk anîn. Dibistan û binesazî rûxandin. Di dawiyê de Efrîn hat dagirkirin û zêdetirî 8 hezar ji şêniyên Efrînê neçarî koçberiyê bûn û xwe li herêmên Şehba û Şêrawa bi cih kirin.

Di nava salekê ji dagirkirina Efrînê de saziyan û Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê û hindek aliyên navdewletî binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji sûcên şer, kuştin, îşkencekirin, revandin, kiryarên li dijî xwezayê, diziya şûnwaran, rûxandina dibistanan û ku çawa kirine navendên leşkerî, tirkkirina herêmê, xwestina pereyan li beramberî serbestberdana girtiyan da ku Efrînê ji niştecihên wê yên resen vala bikin û li şûna wan çete û malbatên wan bi cih bikin da ku demografyaya herêmê biguherin, belge kirin. Efrîn ji herêmeke ewle bû ku gelê Sûriyê berê xwe didayê, piştî ku hate dagirkirin bû herêma herî xeternak.

Li beramberî vê yekê jî rêxistinên mafên mirovan bê deng in lê li ser çarenûsa Idlibê û kesên ku tê de dijîn, digirîn. Wekî ku di Efrînê de sivîl tune bûn, ev yek cihê şermezarkirinê ye.

Di vê çarçoveyê de em bang li rêxistin û dadgehên navdewletî dikin ku sînor ji kiryarên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê re deynin û hesab ji kesên ku sûcên şer li dijî şêniyên me yên Efrînê dikirin, bixwazin.

Dema ku êrîş çêbûn, em li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi ser dikevin. Her ku destkefiyên me zêde dibin, êrîşên li dijî me jî zêde dibin da ku projeya demokratîk têk bibin û îradeya gelê me ji bo jiyan û azadiyê bişikînin.

Em bi israr in ku em ê berxwedana xwe ya dîrokî zêdetirî çi demê berdewam bikin. Em ê nirxên şoreşa Rojava biparêzin û dest bi qonaxa şerê gel bikin. Da ku em keda xwe bikin û yekitiya xwe bi hemû pêkhateyên din re ava bikin. Bi rihê berxwedana Leyla Guven, Nasir Yagiz û hemû çalakvanên greva birçîbûnê ku ji felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û nirxên şehîdan esas digirin ku binpêkirin werin sekinandin û Efrîn were rizgarkirin."

(bx)

ANHA