Navenda Çand û Hunerê ya Serêkaniyê ji Newrozê re amade ye

Rêveberiya Tevgera Çand û Hunerê ya bajarê Serêkaniyê destnîşan kir ku armanca wan di Newroza 2019`an rizgarkirina Efrînê ji dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê ye û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.

Navenda Çand û Hunerê ya Serêkaniyê ji Newrozê re amade ye
Navenda Çand û Hunerê ya Serêkaniyê ji Newrozê re amade ye
Navenda Çand û Hunerê ya Serêkaniyê ji Newrozê re amade ye
18 adar, 2019   10:53

BASIL REŞÎD / HESEKÊ

Endamên Navenda Çand û Hunerê ya Serêkaniyê ya girêdayî kantona Hesekê, bi nêzikbûna Newrozê re perwerdeyên xwe zêdetir kirin. Ev 2 meh e û rojane bi seatan perwerdeya xwe li navenda çandê didomînin.

Der barê mijarê de endama rêveberiya Tevgera Çand û Hunerê  Sûmeya Mihemed ji ajansa me  re axiv. Sûmeya di destêka axaftina xwe de Newroza 2019`an li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê Kurd pîroz kir û wiha got: "Em Newroza 2019`an li girtiyên di zindanên dewleta Tirk de û têkoşer Leyla Guven ku ji bo şikandina tecrîda li ser Ocalan di greva birçîbûnê de ye, pîroz dikin."

Sûmeya diyar kir ku ev 2 meh e hemû komên wan ji bo pêşwaziya Newrozê perwerde dibin, mîna Koma Şehîd Welat, Koma Şehîd Tolhildan û koma şanoyê bi navê Koma Şehîd Merwan.

Her wiha Sûmeya da xuyakirin ku koma stranan ji 9 endamên ji keç û xort pêk tê, hemû stranên wan ên neteweyî ne û di nav de stranên taybet ên cejna Newrozê û folklorîk jî hene.

Sûmeya da zanîn ku koma şanoyê gelek şano taybet ji cejna Newrozê re amade kirine, şano li ser rastiya li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, her wiha komên dîlanê jî gelek dîlanên folklorîk û çanda Kurdan amade kirine.

Di dawiya axaftina xwe de endama rêveberiya Tevgera Çand û Hunerê ya bajarê Serêkaniyê Sûmeya Mihemed teqez kir ku armanca wan ji Newroza 2019`an,rizgarkirina bajarê Efrînê ji dagirkeran e û Newroza azadiya Ocalan û hemû girtiyên zindanên dewleta Tirk e.

(jo)

ANHA