YPG: Bi ruhê fermandar Karker têkoşîna xwe bilindtir bikin

YPG’ê şehîd Karker Êrîş di salvegara yekemîn a şehadeta wî de bi daxuyaniyekê bi bîr anî. YPG’ê destnîşan kir ku Karker Êrîş wekî gelek şehîdên din bûye sembola berxwedanê û soz da ku dê  xeyalên şehîdan pêk bînin.

YPG: Bi ruhê fermandar Karker têkoşîna xwe bilindtir bikin
17 adar, 2019   13:41

NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) îro li ser malpera xwe bi boneya salvegera yekemîn a şehadeta fermandar Karker Êrîş, daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de îşaeret bi berxwedana gelê Efrînê hate kirin û hate gotin ku şervanên wan li dijî êrîşên dagirkeriyê bi berdêlên giran berxedana xwe gihand asta herî jor. YPG’ê fermandar Karker Êrîş û hemû şehîdên xwe bi bîr anîn û diyar kir ku dê xeyalên wan pêk bînin.

Daxuyanî wiha ye:  

“Ji gelê me û raya giştî re!

Dewleta Tirk a dagirker ku hewldanên xwe yên dagirkirinê li hember destkeftiyên şoreşa Rojava yên ku bi berdêlên mezin hatine bidestxistin, bê rawestan didomîne, bi êrîşên dagirkeriyê yên li ser Efrînê polîtîkayên xwe yên faşîst û qirker gihandin asta herî jor.

Gel û şervanên me, li hember van êrîşên dagirker şerekî berxwedanê yê mezin ku bi fedakariyan dagirtî, raber kir. Yekîneyên me YPG-YPJ û hêzên QSD’ê li hember van êrîşan ji meha yekemîn a 2018’an ve li hember artêşa dagirker û komên çete yên bi ser El-Qaîdeyê ve berxwedaneke mezin raber kir.

Ev berxwedana bêhempa ya hêzên me bi pêşengiya hêzên YPG-YPJ’ê û bi tevlêbûna gelê me du mehan bê rawestan, berdewam kir. Yên ku vê berxwedana biheybet û dîrokî pêk anî û bi ristên xwe yên giran kirin parçeyek dîrokê, pakrewanên me yên nemir bûn. Tevî gelek şehîdên me yên leheng, yek ji kesên ku bi têkoşîn, ked û sekna xwe pêşengiya têkoşînê kir, fermandarê mezin Karker Êrîş bû.

Fermandarê mezin Karker Êrîş, her wekî Avesta, Rizgar, Rosiyar, Îlan, Artêş û gelek şehîdên me yên din ên ku bûn sembolên berxwedanê, li hember êrîşên dagirkeriyê li ber xwe da û bû yek ji rêwiyên karwanê şehîdan. Li gel ku em îro di salvegera yekemîn a şehadeta wî de fermandarê mezin Karker Êrîş bi bîr tînin, em pêwîst dibînin ku diyar bikin têkoşîna me ya ku em di serî de li hember artêşa dagirker, li hember hemû kesên paşverû û faşîst bê navber dimeşînin gelek nêzik bûye ku dawî li DAIŞ’a ku bi salan bûye belaya serê vê erdnîgariyê û dijminê mirovahiyê bîne. Divê neyê jibîrkirin ku em ê li hember her awayî êrîşên ku gelê me û welatê me dike hedef, bi ruhê fermandar Karker têkoşîna xwe bilindtir bikin.

Bi vê boneyê em di serî de şehîd Karker, hemû şehîdên xwe yên ku di vê têkoşînê de şehîd ketine, bi rêzdarî bi bîr tînin, soza xwe ya pêkanîna xeyalên wan ên Kurdistana Azad dubare dikin.”