Li Hesekê şehîdekî Suryanî hat oxirkirin

Bi hezaran şêniyên bajarê Hesekê cenazeyê şervanê Meclisa Leşkerî ya Suryanî Mejid Îlo ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûye, oxir kirin.

17 adar, 2019   13:51

HESEKÊ

Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê bi merasimekî cenazeyê şervanê Meclisa Leşkerî ya Suryanî Mejid Îlo ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûye oxir kirin. Şehîd li goristana şehîdên Suryanî yên Asûrî ya li taxa Nasra ya bajarê Hesekê, spartin axê.

Li goristanê merasîma oxirkirinê bi rêzgirtinê destpê kir. Torenek leşkerî ji aliyê şervanên Meclisa Leşkerî ya Suryaniyan ve hat lidarxistin.

Berpirsê Komîteya Têkiliyên Giştî yê Meclisa Leşkerî ya Suryanî Akad Daûd, ji fermandarên QSD`ê Şiyar Hesekê û endamê Desteya Malbatên Şehîdan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Welîda Botî axivîn.

Berpirsê Komîteya Têkiliyên Giştî ya Meclisa Leşkerî ya Suryanî  Akad Daûd îşaret bi lehengiya şervanên Meclisa Leşkerî ya Suryanî kir û wiha got: “Şehîdan serkeftinên mezin ku di bin ala QSD`ê de bidest xistin. Wan di Pêngava Bagera Cizîrê de beregehên terorîstan rûxandin û 5 hezar sivîl rizgar kirin . Di encamê de bi sedan terorîst hatin girtin.”

Paşê yek ji fermandarên QSD`ê Şiyar Hesekê destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ`ê ber bi têkçûnê ve diçin û hemû bi saya keda QSD’ê pêk hatin.

Şiyar soz da ku ew ê heta serkeftinê û têkbirina çeteyên DAIŞ`ê şopdarên rêya şehîdan bin.

Endamê Desteya Malbatên Şehîdan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Welîda Botî axivî û diyar kir ku şehîdan bi keda xwe dîrok nivîsîn û wiha pê de çû: “Şehîd Mejid bi tevlîbûna xwe ji di Pêngava Bagera Cizîrê de jiyana hevbeş di bin sîwana Rêveberiya Xweser de ispat kir.”

Welîda Botî bang li hemû gelên herêmê kir ku destekftiyên bi saya têkoşîna şehîdan hatine bidestxistin, biparêzin û li dijî hemû hêzên ku hewl didin projeya demokratîk têk bibin, yekîtiya xwe ava bikin.

Paşê bawernameya şehîd ji aliyê endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Rojda Ehmed ve hat xwendin û radesdtî malbata wî hat kirin.

Cenazeyê şehîd di nava dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan de hat oxirkirin.

(bx)

ANHA