Pêşangeha "Ji bo te Efrîn" vê carê li Hesekê bû

Tabloyên hunerî yên ku şêwekaran ew wênesazkirine û êş û azara şêniyên Efrînê dema êrîşên dijminê Tirk, ku bajarên bakur û rojhilatê Sûriyê dagirkirine vedugezin.

Pêşangeha "Ji bo te Efrîn" vê carê li Hesekê bû
Pêşangeha "Ji bo te Efrîn" vê carê li Hesekê bû
Pêşangeha "Ji bo te Efrîn" vê carê li Hesekê bû
Pêşangeha "Ji bo te Efrîn" vê carê li Hesekê bû
Pêşangeha "Ji bo te Efrîn" vê carê li Hesekê bû
Pêşangeha "Ji bo te Efrîn" vê carê li Hesekê bû
Pêşangeha "Ji bo te Efrîn" vê carê li Hesekê bû
Pêşangeha "Ji bo te Efrîn" vê carê li Hesekê bû
17 adar, 2019   13:23

HESEKÊ

Bi slogan "Ji bo te Efrîn" li bajarê Hesekê, pêşangeha wênesazan bi hevkariya Yekitiya Rewşenbîrên kantona Efrînê û Yekitiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê hat vekirin.

Tê zanîn ku pêşengaha ku li bajarê Hesekê hatiye vekirin, piştî pêşangehên li bajarên mîna Şehba, Heleb û bajarokê Rimêlan ê navçeya Girkê Legê hate vekirin.

Şêwekar Ardalan Îbrahîm, Henîf Hemo, Roşan Sîno, Lodmîla Horo û Şervîn Mihemed beşdarî pêşangehê bûn ku li Hola Erd El-Ehlam a taxa Til Hecer a bajarê Hesekê pêk hat. Di pêşangehê de 30 tabloyên êşa şêniyên Efrînê û talankirinên ku Tirkiye û çeteyên wê der heqê wan de pêk anîne, hatine pêşandan.

Têkildarî mijarê Ardalan Îbrahîm ku endamê Yekitiya Rewşenbîrên Kantona Efrînê ye, ji ajansa me re axivî û wiha got: "Me gelek zehmetî ji aliyê dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ve kişandin û bi rêya tabloyên xwe, me der barê doza Efrînê, berxwedana şêniyan a li dijî dagirkeriyê û komkujiyên ku şêniyan ser destê dagirkeriyê dîtine de raber kir.”

Ardalan wiha axaftina xwe domand: "Piştî bajarê Hesekê, em ê berê xwe bidin Qamişlo, paşê Kobanê, Minbic û herî dawî jî dewletên erebî û Ewropayê."

Endamê Yekitiya Rewşenbîran diyar kir ku armanca pêşandana van tabloyan, ew e ku cîhan bi tevahî rastiya komkujî û guhartina demografyayê ya ku dagirkeriya Tirk li ser Efrînê de pêk aniye, diyar bike.

Di dawiya axaftina xwe de Ardalan Îbrahîm wiha anî ziman: "Me ji Kampa Şehbayê dest pê kir, ev jî nîşana ku vîna me û hêviya me xurt e ku em ê li Efrînê vegerin û dê ji dagirkeriyê were rizgarkirin."

Tê payîn ku pêşandan 2 rojan li bajarê Hesekê bidome.

ANHA