Kongreya Star a Efrînê: Divê Tirkiye ji Efrînê derkeve û bê lêpirsînkirin  

Koordînasyona Kongreya Star a Efrînê destnîşan kir ku artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê, di dirêjahiya salekê ya dagirkirinê de komkujî û gelek sûc kirine. Her wiha daxwaza yekkirina refên jinan û derketina dagirkeriya Tirk ji Efrînê kirin.

Kongreya Star a Efrînê: Divê Tirkiye ji Efrînê derkeve û bê lêpirsînkirin  
Kongreya Star a Efrînê: Divê Tirkiye ji Efrînê derkeve û bê lêpirsînkirin  
Kongreya Star a Efrînê: Divê Tirkiye ji Efrînê derkeve û bê lêpirsînkirin  
Kongreya Star a Efrînê: Divê Tirkiye ji Efrînê derkeve û bê lêpirsînkirin  
17 adar, 2019   13:12

ŞEHBA

Sibe dikeve salek ji dagirkirina dewleta Tirk a Efrînê piştî 58 rojan ji berxwedanê de. Di dirêjahiya wê salê de dagirkeriya Tirk gelek komkujî, binpêkirinên mafên şêniyan û bi taybet li ser jinan û kiryarên siyaseta guhertina demografyaya herêmê kir.

Di vê çaroveyê de Koordînasyona Kongreya Star a Efrînê daxuyaniyek li Kampa Serdem a kantona Şehbayê weşand. Her wiha bi dehan jinên Efrînê, Koordînasyona Kongreya Star, nûnerên Rêveberiya Xweser a Demokratîk beşdar bûn. Beşdaran wêneyên şehîdên Berxwedana Serdemê, zarok û jinên birîndar ên di komkujiyên dagirkeriya Tirk de, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Kongreya Star û Yekitiya Jinên Ciwan hildan.

Daxuyanî bi zimanê kurdî ji hêla hevseroka Desteya Jinan Zelûx Reşîd ve û bi zimanê erebî ji hêla endama Koordînasyona Kongreya Star Newroz Haşêm ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Bi navê Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Efrînê û bi boneya salvegera 1’emîn a dagirkirina Efrînê, em dijminê Tirk ê faşîst û dagirker lanet û şermazar dikin. Salek di ser dagirkirina Efrînê re piştî 58 rojan ji berxwedanê, derbas bû. Dagirkeriyê êrîşeke hovane û dermirovî li ser bajarê zeytûnan bi hemû teknolojiya xwe ya leşkerî ji balafir, tank û hwd pêk anî. Tevahî gund û navçe bêyî ferq û cudatiyê bixe navberê çi zarok û temenmezin dide û çi jî mêr û jin dide û heta kîmyewî li hin dever û gundan jî pêk anîn.

Şêniyên Efrînê neçarî koçberiyê kirin ku çeteyên girêdayî dagirkeriya Tirk di 18’ê Adara 2018’an de têkevin da ku bajêr, mal û milkên sivîlan ji xwe re rawa bikin. Li rex gelek komjiyan, kokujiya taxa Mehmûdiyê. Hê jî kiryar bi mafê sivîlên ku israrkirinê ji Efrînê dernekevin û tevî ku hemû hewldanên dagirkeriya Tirk û çêteyên wê da ku xaka berdin, didome.

Lê girseya êş û azarên gel dikişîne sînora tehmulê derbas kiriye. Siyaseta kuştin, revandin û dizînê hê jî ta niha didome û roj rojê asata wê bilind dibe. Ji ber dagirkeriya Tirk di stratejiya xwe ya qirêj de biisrar e, weke guhatina demografî. Şêniyên Efrîn bi zorê koçber dike da ku li dewsa wan malbatên çeteyên ku ji El-Xûta derxistine, bixiyê.

Para jinan a herî mezin bû ji kişandina êş û azara ji dest dagirkeriya Tirk. Her wiha rast hemû cure kuştin, revandin, zilm, êşkenc û tecawîz tên. Li rexê jî jin êdî bûye dîlê malê û ferzkirina beç û cilên reş di bin navê şerîetê de.

Tişta ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li Efrînê dimeşîne, ne kêmtirî biryarên çeteyên DAIŞ’ê yên ku li Şengalê û di vê dawiyê de li Baxozê di dema 50 jin ser jê kirin de meşandine ye. Wek wê li Efînê jî tê kirin. Yek ji çeteyan dest avêt jinekê û ji xwe re rawa kir ji ber ew Kurd e. Ji ber ew jin e ku li hember hovîtiya êrîşên dagirkeriya Tirk sekiniye. Lê wê reftarî û kiryara wî çeteyî red kir . lê ji ber redkirina wê çete bi xwînsarî, li pêş çavên cîhanê û bêyî ku wijdana wî bilive ew jin kuşt.

Salek ji êşê di ser komkujiyên dermirovî re û cîhan hê jî bêdeng e derbas bû, tevî ku hin zagon û peyman hene ku mafê jinan di dema pevçûn û şerên çekdarî de bê parastin. Di peymanên Cinêv a sala 1949’an de 40 made der barê jinan de heye, lê tevî wê zagon, zagonên navdewletî ne hê jî binpêkirin bi awayekî befireh pêk tên.”

Di dawiya daxuyaniyê de Koordînasyona Kongreya Star bangî hemû jinan kir ku yekitiya xwe li hember siyasetên dagirkeriya Tirk û bi taybet yên ku azadiya jinan dikin armanc, ava bikin. Her wiha em bangî rêxistinên mirovî û yên navdewletî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku ji bêdengiya xwe derkevin û dagirkeriya Tirk der barê sûc û komkujiyên bi mafê şêniyên Efrînê kirine, darizînin. Divê şêniyên Efrînê yên koçber di bin sîwana navdewletî de û hemû çeteyên dagirkeriya Tirk derxînin û em vegerin Efrînê û mafê hemûyan bê dayîn da ku ewlehî û aramî li bajarê zeytûnan, bajarê aştiyê vegere.

(fr)

ANHA