Li Serêkaniyê şahiya zarokan

 Bi boneya Cejna Newrozê Koma Kevana Zêrîn  û Komîteya Çand û Hunerê ya  Serêkaniyê şahiyek li Navenda  Çand û Hunerê ya Waşûkanî, ji bo zarokan li dar xist.

 Li Serêkaniyê şahiya zarokan
 Li Serêkaniyê şahiya zarokan
 Li Serêkaniyê şahiya zarokan
 Li Serêkaniyê şahiya zarokan
 Li Serêkaniyê şahiya zarokan
16 adar, 2019   14:27

HESEKÊ

Bi armanca kêfxweşkirina zarokan û bi nêzîbûna Cejna Newrozê re,  Koma Kevana Zêrîn û Komîteya Çand û Hunerê ya bajarê Serêkaniyê şahiyek ji zarokên bajêr û zarokên Efrînî re li dar xist.

Bi sedan ji zarokên bajarê Serêkaniyê û malbatên wan, zarokên şehîdan û bi taybet zarokên şehîdên Efrînî beşdarî şahiyê bûn.

 Şahiyê bi deqak rêzgirtin destpê kir. Paşê gelek stranên zarokên ji aliyê Koma Şehîd Şînda ve hatin gotin. Piştî stranan Koma Şehîd Avesta govend gerandin. Di dawiyê de jî Koma Şehîd Yekta şanoya bi navê Tinazî pêşkêş kir.

Têkildarî şahiyê rêvebera Koma Kevana Zêrîn a bajarê Serêkaniyê Nalîn Mihemed ji ajansa me re axivî û got: “Armanca me kêfxweşiya zarokan e.”

Şahî bi sloganên azadî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re û silavkirina berxwedana Ocalan bi dawî bû.

ANHA