Hêzên Rêjîmê herêmên "bêçek" topbaran dike

Hêzên Rêjîmê ji herêmên "bêçek" gundên Idlib û Hemayê tombaran dikin.

Hêzên Rêjîmê herêmên "bêçek" topbaran dike
16 adar, 2019   14:25

NAVENDA NÛÇEYAN

Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê diyar kir ku gelek binpêkirin li herêmên qaşo bêçek pêk tên. Hêzên Rêjîmê herêmên El-Tiwêne û El-Şerîa li Sehil El-Xab ên li bejahiya bakurê rojavayê Hemayê tombebaran dike. Heman demê de hêzên Rêjîmê herêmên li Til El-Sexir, El-Latmaniyê, Kefirnebûdê, Til Osman, El-Cenaberê û Morik li aliyê bakur ji bejahiya Hemayê topbaran kir.

Hêzên Rêjîmê kela El-Midîq li ser sînorê di navbera Idlibê û Hemayê topbaran kir di encamê de zirarên madî derketin.

Ajansa Sana ya Rêjîmê wiha got: "Hêzên Rêjîmê bersiva binpêkirinên komên terorîst ên ku bi rêya çeteyên xwe derbasî nuqteyên leşkerî û gundên ewle ên li gundên bakurê Hemayê, dan."

Ajansê wiha domand: "Yekîneyên ji artêşê di seatên dawî de şerekî giran bi komên terorîst ên ku dixwestin ji gundên El-Şerîa û El-Tiwînê derbasî gundê El-Kerîm ê li bejahiya bakurê Hemayê bibin re kir.”

(jo)