Li bajarên herêma Cizîrê û Kampa Serdem şehîdên Helebçeyê hatin bibîranîn

Li seranserê herêma Cizîrê û li kantona Şehbayê şehîdên Komkujiya Helebçeyê hatin bibîranîn.

Li bajarên herêma Cizîrê û Kampa Serdem şehîdên Helebçeyê hatin bibîranîn
Li bajarên herêma Cizîrê û Kampa Serdem şehîdên Helebçeyê hatin bibîranîn
Li bajarên herêma Cizîrê û Kampa Serdem şehîdên Helebçeyê hatin bibîranîn
Li bajarên herêma Cizîrê û Kampa Serdem şehîdên Helebçeyê hatin bibîranîn
Li bajarên herêma Cizîrê û Kampa Serdem şehîdên Helebçeyê hatin bibîranîn
Li bajarên herêma Cizîrê û Kampa Serdem şehîdên Helebçeyê hatin bibîranîn
16 adar, 2019   14:13

HESEKÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan di salvegera 31`an a Komkujiya Helebçeyê de ku di encama wê de 5 hezar kes şehîd bûn, daxuyaniyek da. 

Daxuyanî ji aliyê hevseroka Meclisa Hesekê Civîn Remo ve hate xwendin. Daxuyanî li Qada Şehîdên Newrozê ya taxa Miftî ya bajarê Hesekê hate xwendin. Bi dehan şêniyên bajarê Hesekê û saziyên sivîl tev li xwendina daxuyaniyê bûn.

Meclisa bajarê Hesekê di daxuyaniya xwe de komkujiya hovane ya li dijî Kurdên Helebçeyê şermezar kir.

Her wiha bang li raya giştî ya cîhanê kir û bêdengiya navdewletî ya der barê qirkirina etnîk li dijî Kurdên Helebçeyê de şermezar kir.

Daxuyanî bi dirûşmên şermezarkirina komkujiyê bi dawî bû.

SERÊKANIYÊ

Di salvegera 31`an a Komkujiya Helebçeyê bi dehan şêniyên bajarê Serêkaniyê û endamên saziyên sivîl ên bajêr li pêşiya meclisa bajêr kom bûn û daxuyaniyek da.

Piştî rêzgirtinê daxuyanî ji aliyê hevseroka Meclisa Serêkaniyê Rîhan Xelîl ve hate xwendin. Meclisê di daxuyaniya xwe de şehîdên Komkujiya Helebçeyê ku piraniya kesên ku di encama wê de şehîd bûn jin û zarok bûn, bi bîr anîn.

Meclisê di dawiyê de Komkujiya Helebçeyê şermezar kir û teqez kir ku ew ê heta dawiyê û heta pêkanîna xewn û xeyalên şehîdan, şopdarên rêya wan bin.

Di dawiyê de dirûşmên “Şehîd namirin” hatin berzkirin.

Her wiha Meclisa Navçeya Zerqan a girêdayî bajarê Serêkaniyê daxuyaniyek bi vê wesîleyê da û şehîdên komkujiyê hatin bibîranîn û komkujî hat şermezarkirin.

TIRBESPIYÊ

Bi dehan şênî û endamên saziyên navçeya Tirbespiyê li pêşiya navenda şaredariya navçeyê sekînin û bi wesîleya 31`an a salvegera Komkujiya Helebçeyê daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê endama Kongreya Star Nalîn Temo ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de Komkujiya Helebçeyê ku di encama wê de 5 hezar kes şehîd bûn, şermezar kirin û hemû şehîd bi bîr anîn. Di dawiyê de hemû komkujiyên dermirovî hatin şermezarkirin û soza şopandina rêya şehîdan heta dawiyê hat dayîn.

DÊRIK

Şêniyên bajarê Dêrikê û endamên saziyên civaka sivîl li q-Qada Şehîdan a bajêr kom bûn. Piştî rêzgirtinê daxuyaniyek hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê yek ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Nayif Heso ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de Komkujiya Helebçeyê hate şermezarkirin û kesên ku di encama wê de şehîd bûne hatin, bibîranîn.

DIRBÊSIYÊ

Meclisa navçeya Dirbêsiyê bi daxuyaniyekê şehîdên Komkujiya Helebçeyê bi bîr anîn. Bi dehan şêniyên navçeyê tev li xwendina daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji aliyê endama meclisê Henan Derwîş ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de bi rêzdarî hemû şehîdên Komkujiya Helebçeyê hatin bibîranîn. Her wiha soza şopandina rêya şehîdan heta dawiyê hat dayîn.

ŞEHBA

Bi sedan şêniyên Kampa Serdem piştî rêzgirtinê ji bo şehîdên Komkujiya Helebçeyê daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Meclisa Kampa Serdem Idrîs Weqas ve hat xwendin û di serî de hemû şehîdên komkujiyê bi rêzdar bi bîr anîn. Her wiha hate diyarkirin ku serokê berê yê Iraqê Sedam Hisên li dijî gelê Kurd komkujî pêk anî û di encama wê de 5 hezar Kurd şehîd bûn. Her wiha hat destnîşankirin ku armanca wan ji vê yekê ku îradeya gelê Kurd bişikînin û hewl dan gelê Kurd qir bikin.

GIRKÊ LEGÊ

Bi dehan şêniyên navçeya Girkê Legê, rêveber û endamên Meclisa navçeyê li Qada Şehîd Xebat Dêrik kom bûn û şehîdên Komkujiya Helebçeyê bi bîr anîn.

Piştî rêzgirtinê, daxuyanî ji aliyê hevseroka Meclisa navçeya Girkê Legê Xaliya Selmo ve hat xwendin û komkujiya Helebçeyê hat şermezarkirin. Her wiha hemû kesên di komkujiyê de şehîd bûne, bi rêzdarî hatin bibîranîn.

(bx)

ANHA