MMŞ: 16`ê Adarê nayê jibîrkirin

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Helebê komkujiyên Helebçe û Efrînê bi daxuyaniyekê şermezar kirin. Her wiha gotin dîroka 16`ê Adarê ji bîra gelê Kurd dernakeve, ji ber ku di wê rojê de komkujî li dijî gelê Kurd hatin kirin.

MMŞ: 16`ê Adarê nayê jibîrkirin
16 adar, 2019   12:45

HELEB

Beriya 31 salan di 16`ê Adara 1988`an de, rejîma dîktator a berê ya Iraqê komkujiyek li bajarê Helebçeyê ya Iraqê pêk anî. Di encamê de nêzî 5 hezar sivîlan jiyana xwe ji dest da û di sala 2018`an de di heman dîrokê de dagirkeriya Tirk bi fermana Erdogan komkujiyek li ser gelê Efrînê pêk anî.

Ji bo bîranîna şehîdên her du komkujiyên Helebçe û Efrînê, Meclisa Malbatên Şehîdan (MMŞ) li taxa Şêxmeqûd a Helebê daxuyaniyek da raya giştî û bêdengiya navneteweyî şermezar kir.

Bi dehan jin û hevjînên şehîdan di daxuyaniyê de amade bûn. Daxuyanî li pêşiya meclisê ji aliyê hevjîna şehîdekî Sîlva Misteva ve hate xwendin. Di destpêkê de gel 5 deqeyan li rêzgirtinê rawestiya.

Daxuyanî wiha ye:

"Roja 16`ê Adarê di dîroka gelê Kurd de nayê jibîrkirin. 31 sal di ser Komkujiya Helebçeyê re derbas bûn ku rejîma dîktator a Iraqê bi desthilatdariya xwe li ser tevahî Kurdistanê pêk anî.

Di heman demê de, di 16`ê Adara 2018`an de balafirên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê komkujiyek li taxa El-Mehmûdî li navenda bajarê Efrînê pêk anî. Komkujiyan di şerên 58 rojan de dewam kir ku tê de dîrok, cihên dîrokî, mal û mirovahî hatin rûxandin.

Gelek komkujî der heqê gelên ku daxwaza azadiyê dikin de pêk hatin. Mîna komkujiya ku di 12`ê Adara 2004`an de bi destê rejîma Baas a Sûriyê, komkujiya 25`ê Hezîrana 2015`an bi destê çeteyên DAIŞ`ê ku li kantona Kobanê û gelek komkujiyên dewleta Tirk li kantona Efrînê pêk hatin.

Dubarekirina senaryoya Komkujiya Helebçeyê ku di heman dîrokê de di sala 1988`an de bi destê serokê berê yê Iraqê Sedam Hisên pêk hat, di komkujiyê de 5 hezar Kurd ku zêdetirî wan jin û zarok bûn, bi çekên kîmyewî hatin bombebarandin. Ew roja reş li ser eniya mirovahiyê û taybet dagirkerên Kurdistanê ye. Em dizanin ku meha Adarê dîrokeke reş heye û taybet di dîroka gelê Kurdistanê de, di nav de bûyer û komujî û kuştina derheqê gelê me ji şahadeta heval Mazlûm Dogan û Egîd heta komkujiya Helebçe û Qamişlo û herî dawî komkujiya Efrînê.

Ji ber vê yekê, em wek Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê, bi tundî şermezar dikin û ji dijminên mirovahiyê re ku komkujî der heqê gelê me de kirin, dibêjin ew ê temenekî buha bidin û em şehîdên xwe ji bîr nakin û em ê her tim tê bikoşin û soza rêya wan didin."

(jo)

ANHA