‘Pênûsa me çeka me ye ku em ê pê parastina Efrînê bikin ’

Pêşangeha "Ji bo te Efrîn" vê carê li Hola Aram Tîgran a girêdayî Rimêlanê hate vekirin. Di pêşangehê de 26 tablo tên pêşandan. Têkildarî mijarê beşdarên şêwekar wiha got: "Pênûsa me çeka me ye ku em ê pê parastina Efrînê bikin."

‘Pênûsa me çeka me ye ku em ê pê parastina Efrînê bikin ’
‘Pênûsa me çeka me ye ku em ê pê parastina Efrînê bikin ’
‘Pênûsa me çeka me ye ku em ê pê parastina Efrînê bikin ’
‘Pênûsa me çeka me ye ku em ê pê parastina Efrînê bikin ’
‘Pênûsa me çeka me ye ku em ê pê parastina Efrînê bikin ’
16 adar, 2019   13:19

QAMIŞLO

Piştî rêzepêşandanên li kantona Şehbayê û taxa Şêxmeqsûd a girêdayî bajarê Helebê,  pêşangeha "Ji bo te Efrîn" li kantona Cizîrê, li bajarê Rimêlanê ya girêdayî navçeya Girkê Legê vekirin.

Pêşangeh bi hevkariya Yekitiya Rewşenbîrên Kantona Efrînê û hejmarek ji şêwekaran hat vekirin. Pêşangeh 26 tabloyên hunerî ku ji afrîneriyên şêwekarên Ardalan Ibrahîm, Henîf Ibrahîm, Roşan Sîno, Lodîmola Horo û Şervîn Mihemed hatine amadekirin, dihewîne.

Pêşangeh rojên pêncşem û înê li Hola Aram Tîgran hate lidarxistin, her wiha  şêniyan û kesên hunerhez bi kelecanekê pêşwazî kirin.

Têkildarî mijarê şêwekar Ardalan Ibrahîm ku ew jî yek ji beşdarên pêşangehê ye, rola hunerê di şoreşê de wiha anî ziman: "Şoreşên cîhanî ne di qada leşkerî de ne, lê di milê pîşesazî û rewşenbîrî de ne, em jî di berxwedana xwe ya ji bo Efrînê de, bi hemû hêza xwe tê dikoşin, ev pêşangeh jî nîşana ku vîna me, ta ku em Efrîn rizgar bikin dê neşikê, lewma pênûsa me çeka me ya ku em ê pê parastina Efrînê bikin e".

Tê zanîn ku tabloyên hatine pêşandan der barê doza Efrînê di hemû aliyên xwe de bûn, tabloyan berxwedana şêniyên Efrînî li dijî dagirkerî û êşa koçberkirin, komkujî her wiha vîna israra şêniyan ji bo rizgarkirina Efrînê raber kirin.

Der barê nameya ku beşdaran dixwestin rave bikin de, şêwekar Ardalan Ibrahîm wiha got: "Di her tabloyekê de rewşa efrîniyan, her wiha wateya berxwedana gelê Efrînî û berxwedana heta îro didome, dixuye.”

Îbrahîm wiha axaftina xwe berdewam kir: "Ev pêşangeh zimanê êş û azara ku şêniyên gelê Efrînê ji komkujî û êşa koçberiya bi darê zorê, di demên ku li beramberî vê yekê de, bêdengiyeke navdewletî heye, raber dike. Tablo bi giştî serpêhatiya berxwedana Efrînê vedibêjin. Di her tabloyekê de çîrokek bêdeng der barê Efrîna bêdeng de heye. Ev yek jî di tabloyên ku bi sembolên tabloyên berxwedana têkoşerên mîna Arîn Mîrkan û Avesta Xabûr de dixuye. Her wiha çîroka êş û azara ku şêniyên Efrînê ji dema dagirkeriya Tirkiyê ve û talankirina ji ber komkujiyan pêk anîn, vediguhezîne."

Tê payîn ku dê pêşangeh li gelek bajarên herêma Cizîrê di rojên bê de were pêşandan.

ANHA