QSD`ê bîlançoya şerê 24 saetên dawîn eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê encamnameya 24 saetên dawîn a Şerê Tunekirina Terorê bi daxuyaniyekê eşkere kir.

QSD`ê bîlançoya şerê 24 saetên dawîn eşkere kir
16 adar, 2019   12:31

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê encamên şerê 24 saetên dawîn a qonaxa dawîn a pêngava Bagera Cizîrê ya bi navê Şerê Tunekirina Terorê li dijî çeteyên DAIŞ`ê, eşkere kir.

Daxuyaniya QSD`ê wiha ye:

"Şervanên me êrîşî kombûn û baregehên rêxistina DAIŞ`ê ya terorîst ên li Baxozê kir. Di navbera şervan û çeteyan de şer derket. Di encama wê de hejmarek ji terorîstan, di nav de 4 serçete, hatin kuştin û hejmarek çeteyan jî birîndar bûn. Her wiha şervanên me, şervanekî me yê ku beriya 2 rojan winda bûbû, dît. Şervanê me bi sivikî birîndar bû. Ji bo tedawiyê rakirin nexweşxaneyê. Şervanên me gelek çek û cebilxane jî girtin.

Şervanên me di çalakiya sûîqastê de 2 terorîst kuştin. Her wiha balafirên koalîsyonê baregehên rêxistina terorîst topbaran kirin.

Di encama şer de şervanekî me bi sivikî birîndar bû û ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyê.

Encamên dawîn ên şer:

- 32 terorîst, ji wan 4 serçete, hatin kuştin.

- Şervanên me 45 Kalaşnîkof, 2 BKC, 13 RBC, 3 çekên Birno, çekeke Zagros, 2 çekên Ozî, çekeke siuîqastê, guleyên çeka Doçka yên 14,5 mm (8 sendoq), 4 çekên B7, çeke-ên nêçîrvaniyê desteser kirin.

- Erebeyeke leşkerî hate teqandin.

- Balafirên Koalîsyona Navdewletî 12 derbeyên hewayî pêk anîn.

- Şervanekî me jî birîndar bû.

(bx)