Çalakvanên Cezayîrê serekê Îxwanan ji xwepêşandanan qewitand

Çalakgeran serekê Îxwanan ê li Cezayîrê Abdullah Cabullah ji xwepêşandanan qewitand. Dema ku Cabullah derket nav çalakiyan, çalakvanan dor lê girt û nexwest tev li çalakiyan bibe.

Çalakvanên Cezayîrê serekê Îxwanan ji xwepêşandanan qewitand
16 adar, 2019   11:46

NAVENDA NÛÇEYAN

Duh xwepêşandêr li hember hewldana Îxwanên li Cezayîrê sekinîn ku hewl dan tevliheviyê di nava tevgera gel a li dijî dirêjkirina erka serokatiyê ya Abdulezîz Bûteflîqa ya 4’emîn de derxin. Serekê Îxwanan Abdullah Cabullah û serokê Partiya Cebhet El-Edale El-Tenmiye ya Îxwanan ji çalakiyê avêtin.

Li gorî kanala El-Erebiye ragihand ku daketina Cabullah a kolanê, hêrsa çalakgeran rakir û li derdora wî kom bûn û gotin ji nav me derkeve. Her wiha çi rol û mîsyona wî û ya partiya wî hebe red kirin û bi taybet piştî keşifkirina projeya Îxwanan a tevlihevî û wêrankirinê di piraniya dewletan de.

Abdullah Cabullah di 20 salên borî de yek ji navdartirîn rûyê tevgerên îslamî yên li Cezayîrê ye û ji girîngtirîn damezirînerên komên Îxwan El-Mislimîn ên welat e.

Cabullah ji demeke dirêj ve dixwaze were ser desthilata welêt. Her wiha di salên 1999-2004’an de 2 caran xwe ji bo serokatiyê bû namzet, lê di encama redkirina gel a mîsyona Îxwanan de ji ber metirsiya senaryoya El-Işriye El-Sewda vegere welat, bi ser neket.

(fr)

(ي ح)