`Komkujiya Helebçeyê dê her tim şerma mirovahiyê be’

Di salvegera 31`emîn a Komkujiya Helebçeyê de, Yekitiya Rewşenbîrên Kantona Kobanê daxuyaniyek da û diyar kir ku dê Komkujiya Helebçeyê her tim ji bo mirovahiyê şermek be.

`Komkujiya Helebçeyê dê her tim şerma mirovahiyê be’
16 adar, 2019   11:30

NAVENDA NÛÇEYAN

Îro salvegera 31`an a Komkujiya Helebçeyê ye. Komkujî 16`ê Adara 1988`an ji aliyê rejîma Baasê ya Iraqê ve li dijî şêniyên bajarê Helebçeyê pêk hat. Di encama wê de 5 hezar û 500 kes şehîd bûn.

Daxuyanî bi beşdarbûna endamanên yekitiyê li Qada Şehîd Egîd, ji aliyê hevseroka Yekitiya Rewşenbîrên Kantona Kobanê Leyla Ebdo ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

“Ji raya giştî re,

Gelê Kurd di şefeqa dîrokê de di hemû şoreşên avakirinê de cihê xwe girtiye, li rex neteweyên din xizmeta mirovahiyê kiriye. Ev xizmeta ku sûd daye her qonaxekê wekî bingeha avakirina mirovahiyê tê dîtin û nasîn û zanînê îro li ser wê hêşîn hatine. Wiha di qonaxên pişt re jî di gelek waran de li kêleka xizmeta neteweyî ya xwe xizmetî welatên ku tê de dijîn, kiriye.

Ev gelê ku xwedîkarê mirovahiyê bû û mirovahî mêjandiye û şîrove kiriye, bi bêbextiya mirovahiyê ji axa cîhanê hatiye bêparkirin. Ji vê bêpariyê gelek mafên din jî ji dest hatine girtin. Ji bo ku par û mafên xwe bi dest bixe, her di nav xebat û têkoşînê de ye. Di jiyanê de armanca gelê Kurd li axa xwe jiyaneke birûmet e. Ne talan, dagirkerî û kuştin e. Bi van nêrîn û daxwazên xwe bi neteweyên cîran an bi welatê ku tê de dijîn de, dane û standine. Li hemberî vê jî dagirker û desthilatdaran her li dijî gelê Kurd kiryarên tunekirin û qirkirinê meşandine. Êrîşî gelê Kurd kirine û hewl dane ku heqîqeta resen a rindiya gelê Kurd ji mirovahiyê re îfade bikin, di Rojhilata Navîn de tune bikin. Ji bo vê armanca xwe gelek caran êrîşî gelê Kurd kirine û Komkujiya Helepçeyê ye ku di bîra gelê Kurd de mîna arşîveke komfermanan hatiye xêzkirin. 16`ê Adara 1988`an rojeke reş e di dîroka gelê Kurd de. Wê komkujiyê wek xezeba bi deng û reng û wek lekeyeke bêwijdan xwe li gelê Kurd girt û her tişt da ber xwe û biriye.

Ji ber ku hêzên desthilatdar ên faşîst bi çekên kîmyewî li bajarê Helebçeyê xistin û komkujî pêk anîn. Dagirkeran bêwijdanî bi qasî demjimêran pênc kêmawî li ser Helebçeyê bombebaran kirin û bi qasî 5 hezar kes, piraniya wan jin û zarok, şehîd xistin.

Bi vê komkujiyê hawîrdor pûç kirin û zarokên nûbûyî seqet kirin. Xwestin ji devla daxwaza gelê Kurd a azadiyê goristanekê pêşkêş bikin.

Komkujiya Helebçeyê mohreke ku dê her tim şerma kerbûn û laliya ji dîrokê re teqez bike, xist.

Em jî wek Yekitiya Rewşenbîrên Kantona Kobanê salvegera 31`emîn a Komkujiya Helebçeyê bi bîr tînin û soz didin Kurdistanê em ê bi pîroziya xwîna wan doza heqîqetê bi can û fikra xwe bişopînin.

Şehîdên ferîşteyên bihûşta azadiyê ne.

Endezyarên jiyana azad in.

Şehîd namirin, şehîd namirin.”

(ekîb)

ANHA