Di konên sersaxiya şehîdan de bîranîna Helebçeyê

Di konên sersaxiya şehîd Mihemed Bekî (Kendal Kobanê) û Merwa Welîd (Viyan Avaşîn) de bi sedan şêniyên Kobanê sersaxî ji malbatên her du şehîdan re xwest û şehîdên Komkujiya Helebçeyê bi bîr anîn.

Di konên sersaxiya şehîdan de bîranîna Helebçeyê
Di konên sersaxiya şehîdan de bîranîna Helebçeyê
Di konên sersaxiya şehîdan de bîranîna Helebçeyê
Di konên sersaxiya şehîdan de bîranîna Helebçeyê
Di konên sersaxiya şehîdan de bîranîna Helebçeyê
Di konên sersaxiya şehîdan de bîranîna Helebçeyê
Di konên sersaxiya şehîdan de bîranîna Helebçeyê
16 adar, 2019   12:24

KOBANÊ

Şêniyên Kobanê li gundê Xizênê yê Kobanê sersaxî ji malbata şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mihemed Bekî (Kendal Kobanê) ku 10`ê Adara 2019’an de di Şerê Tunekirna Terorê de şehîd bû û li gundê Kirdê ya Kobanê ji malbata Merwa Welîd (Viyan Avaşîn) re sersaxî xwest ku di 16`ê Mijdara 2017’an de li Amedê gihîşt asta şehadetê.

Mersîma sersaxiyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê yek ji endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Kobanê Simaîl Şêxo sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest. Paşê li ser navê malbata şehîd Kendal, Şehîn Bekî xêrhatina hemû kesên hazir û kesên welatparêz kir û wiha got: "Şehîd ne tenê şehîdên me ne, şehîdên hemû gelê Kurd û Kurdistanê ne. Lê şehîd Kendal tu carî xwe paşde nekişand û her tim dixwest beşdarî operesyonan bibe ji bo azadiya welatê xwe."

Piştî ku welatiyan sersaxî ji malbata şehîd Kendal re xwest, berê xwe da gundê Kirdê ji bo ku sersaxiyê ji malbata şehîd Viyan Avaşîn re bixwazin.

Di destpêka merasîma sersaxiyê de hevserokê Meclisa Kantona Kobanê Mistefa Îto wiha got: “Yek ji lehengên çiyayên Kurdistanê ye, dema ku mirov behsa şehîdan dike di heman demê de dîroka gelê Kurd tê bîra mirov, ji ber ku tiştê herî giranbuha şehadet e."

Li ser navê malbata şehîd Viyan Avaşîn, Welîd Ehmed axivî û wiha got: “Ez îro pir serbilind im bi şehadeta Viyan, ji ber ku şehîd Viyan ne tenê keça min e, keça hemû gelê Kurdistanê ye.”

Kesên ku beşdarî merasîmê bûn di bin konê sersaxiyê de ji bo bîranîna şehîdên Helebçeyê deqeyekê rêz girt.

Her wiha li navçeya Sirînê sersaxî ji malbata şehîd Îbrahîm Elî re jî hate xwestin ku di Şerê Tunekirina DAIŞ`ê de şehîd bûbû.

(sn-hk)

ANHA