Li Şamê amadekariyên Newrozê

Komîteya amedekar û komên hunerê amedekariyên xwe yên Newroza 2019`an li paytexta Şamê bi dawî kirin.

Li Şamê amadekariyên Newrozê
Li Şamê amadekariyên Newrozê
16 adar, 2019   10:18

ŞAM

Gelê Kurd û pêkhateyên din li Bakurê Sûriyê û bajarên din ên Sûriyê, amadekariyên pêşwaziya Newrozê dikin.

Beriya çend mehan ve komên hunerê û komîteya amadekar, li paytexa Sûriyê Şamê amadekariyên cejna Newroza 2019`an dikin. Koma Serhed û Koma Avesta yên hunerî perwerdekirina xwe ji bo lidarxistina şahiyên Newrozê bi dawî kirin ku dê li taxa Zorava ya Şamê were lidarxistin.  

Têkildarî mijarê rêveberên her du koman ên ku dê şahiyên cejnê li dar bixin, gotin di bernameya vê salê de dê şano der barê Berxwedana Serdemê de, govendên gelêrî û stranên şoreşgerî werin pêşandan.

Komîteya amadekar ji nûçegihanên ajansa me re diyar ku ew ji pêşwazîkirina cejna Newrozê re amade ne.

ANHA