Gelê Qamişlo ji bo Helebçeyê rêz girt

Îro saet di 11:00`an de bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo û herêma Cizîrê ji bo rêzgirtina ji şehîdên Komkujiya Helebçeyê re, li kolan û qadan sekinîn.

Gelê Qamişlo ji bo Helebçeyê rêz girt
16 adar, 2019   10:24

QAMIŞLO

Îro salvegera 31`an a Komkujiya Helebçeyê ye. Komkujî 16`ê Adara 1988`an ji aliyê rejîma Baasê ya Iraqê ve li dijî şêniyên bajarê Helebçeyê pêk hat. Di encama wê de 5 hezar û 500 kes şehîd bûn.

Îro saet di 11:00`an de hemû xwediyên dikanan ên li bajarê Qamişlo dikanên xwe girtin. Şêniyên bajêr ku wêneyên şehîdên Helebçeyê û komkujiya ku artêşa Tirk a dagirker li dijî gelê Efrînê pêk anî, rakirin û li kolanên sereke yên bajêr ji bo şehîdên Helebçeyê rêz girt.

Ji sala 1988`an ve piştî ku rejîma Baas a Iraqê li dijî gelê Kurd li Helebçeyê komkujî pêk anî, gelê Rojava di salvegera komkujiyê de derdikeve kolanan, ji bo bîranîna şehîdên komkujiyê rêzê digire. Ji ber ku ew rojeke reş e di dîroka gelê Kurd de.

(bx)

ANHA