‘Gelê Kurd bi saya îdeolojiya Ocalan gelek serkeftinên mezin bi dest xistine’

Şêniya ji kantona Şehbayê Emîra Azîz ya 86 salî kêliyên hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bi bîr anîn û wiha got: "Gelê Kurd xwe bi tevger kiriye û bi saya îdeolojiya Ocalan gelek serkeftinên mezin bi dest xistine."

‘Gelê Kurd bi saya îdeolojiya Ocalan gelek serkeftinên mezin bi dest xistine’
16 adar, 2019   10:07

ARŞÎN NECAR / ŞEHBA

Kesayetên welatparêz ên ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re civiyane, wan kêliyan bi bîr tînin û hûrbîniyên wê demê her roj bi wan re dijîn. Ji wan kesan yek jî şêniya bi navê Emîra Azîz (86) e ku ji şêniyên navçeya Ehres a girêdayî kantona Şehbayê ye.

Têkildarî mijarê dayika Emîra ku di sala 1989`an de bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, li taxa Rikin El-Dîn a girdayî bajarê Şamê civiyaye, ji ajansa me ANHA`yê re axivî.

Di destpêka axaftina xwe de Emîra kêliyên hevdîtina xwe ya bi Ocalan re bi bîr anîn ku nedizanî li Şamê dê Ocalan bibîne û destnîşan kir ku dema gihaşt taxa Rikin El-Dîn, wê nas kiriye ku Ocalan dê civînekê li dar bixe. Diya Emîra ew kêlî wiha bi bîr anî: "Ji ber bihîstin û dîtina min ji rêber Apo re, ez bi hesteke xerîb û bi hêriseke dijwar dihesiyam."  

Emîra wiha axaftina xwe domand: "Zêdetirî 300 kesî ji hemû herêmên Bakurê Sûriyê, bêyî ku nas bikin dê kî civînê li dar bixe û naveroka wê çi ye, beşdarî civînê bûn. Lewma dema Rêbertî derbasî odeya civînê bû, her kes ji ber heybet, kesayeta wî û jixwerazîbûna ku pê bi beşdaran re diaxivî, mat ma."

Diya Emîra wiha axaftina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di civînê de wiha bi bîr xist: "Rêbertî bal kişand ser doza kurdî, têgeha neteweya demokratîk û yekitiya gelan tekez kir. Her wiha der barê demokrasiyê de got çareseriya herî guncaw e ji bo bidawîkirina aloziyan û çareseriya doza Rojhilata Navîn demokrasî ye. Di heman demê de jiyana hevbeş ji bo xwegihandina aştiyê girîng e."

Têkildarî mijarê diya Emîra diyar kir ku Ocalan gotiye di cîhanê de tu kes statuya gelê Kurd nas nake, li ser vî esasî bang li beşdaran kir ku divê ji bo daxwaza mafên xwe, xweparastinê û vîna xwe tê bikoşin, her wiha xwe di aliyê fikrî de serwext bikin, xwe bi pêş bixin û parastina xwe bikin.  

Di dawiya axaftina xwe de Emîra Azîz destnîşan kir ku gelê Kurd di dirêjahiya salên derbasbûyî de gelek destkeftî bi dest xistine û wiha bi dawî kir: "Gelê Kurd xwe bi rêxistin dike û hebûna xwe bi saya fikrên Ocalan tekez dike."

ANHA