Li Tebqayê piştî 7 salan bihareke rengîn

Îsal li Tebqayê werza biharê ji ber keskahiya ku erdnîgariya herêmê dipêçe û barana zêde, ji biharên berê cudatir e.

Li Tebqayê piştî 7 salan bihareke rengîn
Li Tebqayê piştî 7 salan bihareke rengîn
Li Tebqayê piştî 7 salan bihareke rengîn
Li Tebqayê piştî 7 salan bihareke rengîn
Li Tebqayê piştî 7 salan bihareke rengîn
Li Tebqayê piştî 7 salan bihareke rengîn
Li Tebqayê piştî 7 salan bihareke rengîn
Li Tebqayê piştî 7 salan bihareke rengîn
16 adar, 2019   09:49

TEBQA

Hawîrdora herêma Tebqayê tevî nêzî ku çimê Firatê ye jî, çolistan e. Lê aliyê hember e û dikeve nava Badiya Sûriyê ku çaryek ji rûpîvana Sûriyê ye. Barana ku lê dibare, tenê werzî (demsalî)  yan jî berkêm e û di encamê de ziwabûnek tam ji axê re çêkiriye. Ji lew re çîna rûerda wê hişk bûye û bi vê re nahêle tu cure giya li ser şîn bibin.

Di vê salê de herêmê baraneke zêde û gur dît. Piranî barana ku bariye, peşk û hûr hûr lê dikir û di encamê de axê karî avê vexwe. Her wiha bi sedan cure kulîlk, xêr û bêr ji kuvarkan derket û şîn da û şêniyan tenê bi navê wan dibîst ku li herêmê wextek berê dihatin der, bêyî ku bibînin.

Keskahiyê ji sedî 100 erdnîgariya herêma Tebqayê, ji deşt, newal, gir û til pêça. Çêregeh bi hemû cureyên giya ku pez jê sûdê werdigere, şîn da û ji wê jî zêdetir bû bingehek ji bingehên çandiniya herêmê re.

Xweşikbûna xwezaya herêma Tebqayê bi hatina biharê re bû sihîra bedewbûna bejahiya herêmê. Piranî mirov li nava wê xweşikbûnê digerin û kêfxweş dibin. Ji bilî wê jî mirovên li herêmê bi hêsanî kuvark û keman berhev dikin û hin ji wan jî van difiroşin û pê debara xwe dikin, ji ber ku her kîloyek jê bi 2 hezar lîreyên Sûriyê ye.

Her wiha keskahiya bejahiya herêmê bû sedema çêrandina bi hezaran pez wek mih û bizin û hêştiran (deve). Ji bo xwedîkirina pez bû sûdewariyeke pir dewlemend û bêyî ku wekî salên borî hesabê kaya pez dikirin, bikin.

Nûçegihanên ajansa me ANHA’yê li başurê bajarê Tebqayê hevpevînek bi şivanên pez re çêkir. Li gorî şivanan diyar kiriye ku tu sal wekî vê salê wan nedîtiye û ji pez re çêreyeke pir baş heye û ev jî bû sedema buhabûn, başbûn û zêdebûna zayîna wê, berovajî salên berê yên ku bi pereyekî zêde ka ji mihan re dihate peydakirin.

Têkildarî mijarê, di encama dabînbûna çêreyeke baş de, dê bibe peydakirineke zêde ji cureyên şîr wekî mast, penêr û hwd û bi buhayekî guncaw. Heta ji kesên nikarin şîr û mast bikirin dê bi vê buhabûna guncaw re sûdê bibînin.

Ji aliyekî din ve jî, ew jî mijara çandiniyê ye û bi taybet çandiniya bejî dê sûdewariyeke baş di encama barana dijwar de bibîne.

(fr)

ANHA