`Berxwedana gelê Efrînê şoreşeke nû ye`

Salek di ser şehadeta şervana ji Brîtanyayê Anna Campbell (Hêlîn Qereçox)  a 26 salî re li kantona Efrînê derbas bû. Dagirkeriya Tirkiyê tu agahî li ser wê nedan û cenazeyê wê ku malbata wê gelek caran xwest, radest nekirin.

`Berxwedana gelê Efrînê şoreşeke nû ye`
`Berxwedana gelê Efrînê şoreşeke nû ye`
`Berxwedana gelê Efrînê şoreşeke nû ye`
`Berxwedana gelê Efrînê şoreşeke nû ye`
16 adar, 2019   09:34

ŞERVÎN MISTEFA / EFRÎN

Şoreşa Rojava û YPG û YPJ`ê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ`ê û parastina maf û azadiyê de, bandor li gelek şervanên enternasyonalîst ên ji her dera cîhanê kir. Gelek şervanên enternasyonalîst di şer de di nav refên YPG û YPJ`ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de şehîd bûn.

Di nav şervanan de ku beşdarî şerên ku sivîl û herêmên ewle kirin hedef , şervana brîtanî Anna Campbell ku navê Hêlîn Qereçox li xwe kir, di 15`ê Adara 2018`an di bombebarana dagirkeriya Tirkiyê ya li ser taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê de şehîd bû.

Piştî ku Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) şehadeta Anna Campbell li Efrînê ragihand, malbata wê ji hikumeta Brîtanyayê daxwaza radestkirina cenazeyê keça xwe kir. Wê demê Brîtanya mesele siyasî nirxand û hewl neda cenazeyê wê bistîne.

Tê texmînkirin ku gelek cenazeyên şehîdên YPG û YPJ`ê û sivîlan, hîna di bin bermahiyan de ne.

Kurteçîroka şervana brîtanî

Hêlîn ji bajarê Louis ê başûrê Brîtanyayê ye, di 2017`an de tev li YPJ`ê bû. Derbasî perwerdeyên bîrdozî û leşkerî bû û beşdarî gelek hemleyên rizgarkirinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû, di nav de herêmên Dêrazorê.

Piştî ku dagirkeriya Tirkiyê dest bi êrîşan li ser kantona  Efrînê kir, Hêlînê îsrar kir ku berê xwe bide Efrînê û parastina sivîlan bike.

Beriya ku Hêlîn biçe Efrînê, dîmeneke xwe belav kir û tê de wiha dibêje: "Ji ber ku min dixwest piştgiriya şoreşa Rojava bikim û beşdarî şoreşa jinan bibim, ez tev li YPJ`ê bûm û li dijî hêzên faşîst û dijminê şoreşê beşdarî şerê çekdarî bûm. Ez niha pir kêfxweş im, ji ber ku ez ê biçim Efrînê."

Hevdîtina ajansa me bi Hêlînê re û tişta ku wê demê got!

Beriya şehadeta têkoşer Hêlîn bi çend rojan, ajansa me ANHA’yê li Efrînê hevdîtineke taybet bi wê re çêkir. Wê demê Hêlînê nexwest rûyê xwe eşkere bike û nasnameya xwe eşkere bike.

Hêlînê destnîşan kir ku di sala 2011’an de ji ber redkirina wê li dijî têgeha dewlet û tengkirina nefesê li ser gel, wê xwendina xwe terk kir.

Hêlîn beşdarî çalakiyên Kurdên li Ewropayê bû û piştgiriya xwe bi şoreşa Rojava re nîşan dida û ji bo ku naskirina wê ji şoreşa Rojava, biryar da ku beşdarî şoreşê bibe ku bi şoreşa jinan tê naskirin.

Hêlînê wê demê li ser YPJ`ê wiha got: "Min azadiya rast a jinan di nav Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) de dît, li vir em xwedî kesayet û îradeya bihêz in."

Hêlînê di berxwedana şêniyên Efrînê de şoreşeke nû li dijî faşîzma Tirkiyê didît û wê demê wiha gotibû: "Ez serkeftinê ji gelê Efrînê re dibînim, ez bawer im ev gel bi saya berxwedana xwe û îradeya bihêz, dê bi ser bikeve."

(jo)

ANHA