Rojeva rojnameyên erebî

Şerê li dijî DAIŞ`ê, aloziya di navbera Sûriye û Rûsyayê de, êrîşa li dijî mizgeftên Zelandaya Nû û geşedanên li Sûdan û Cezayirê di rojeva rojnameyên erebî de bûn.

Rojeva rojnameyên erebî
16 adar, 2019   08:39

NAVENDA NÛÇEYAN

El-Şerq El-Ewset: DAIŞ di çeperên dawîn de hatiye dorpêçkirin, DYA dibêje dawiya şer nêzîk e

Rojnameya El-Şerq El-Ewset îşaret pê kir ku şer di navbera şervanên QSD`ê û çeteyên DAIŞ`ê de didome û der barê şerê li dijî DAIŞ`ê de wiha nivîsî: "Hêzên Sûriya Demokrataîk ên Kurd û Ereb li dora  Baxozê, cihê dawîn ê DAIŞ`ê di çeperan de asê kirine, li bendê ne ku hin sivîlên din jî derkevin. Şandêrê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) James Jaffrey diyar kir ku tenê çend sed çekdar di herêmeke kêmî 1 kîlometre çargoşe de mane.

Li aliyekî din DYA’yê helwesta xwe ya li dijî çareseriya leşkerî ku Rûsya û Îran piştgiriya wê dikin nîşan da, DYA, Fransa, Almanya û Brîtanyayê di daxuyaniyeke hevbeş de got "çareseriya leşkerî ku rejîm dixwaze bi alîkariya Rûsya û Îranê pêk bîne, dê aştiyê çêneke. Rêya tekane ya bidawîkirina tundiyê û çareseriya mayînde, çareya siyasî û diyalog e."

Al-Heyat: QSD dibêje me DAIŞ`î radestî Iraqê nekirine

Di heman mijarê de rojnameya Al-Heyat jî wiha nivîsand: "Şandêrê DYA’yê ji bo Sûriyê James Jaffrey diyar kir ku şerê dawîn ê tunekirina DAIŞ`ê li rojhilatê Firatê dike bi dawî bibe, her wiha da zanîn ku dê şerê li dijî îdeolojiya DAIŞ`ê li Sûriyê û Iraqê dewam bike. Jafrey diyar kir ku dibe li Sûriyê û Iraqê nêzî 15 ta 20 hezar alîgirên DAIŞ`ê hebin.

Li aliyekî din Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) got ku wan tu endamên DAIŞ`ê radestî Iraqê nekirine."

El-Quds El-Erebî: Fransa; me çend zarokên çekdarên DAIŞ`ê yên Sûriyê wergirtin

Rojnameya El-Quds El-Eerebî îro wiha nivîsî: "Parîsê duh ragihand ku wan çend zarokên çekdarên DAIŞ`ê ji kampên bakurê rojhilatê Sûriyê wergirtin. Wezareta Karên Derve diyar kir ku wan "Çend zarokên ku temenê wan kêmî 5 salan e, ji kampên Sûriyê wergirtine."

Wezaretê got zarok radestî aliyên têkildar kirine û xizmên wan jî hatine agahdarkirin, di daxuyaniya wezaretê de hejmara zarokan ne diyar e."

El-Ereb: Piştî ku El-Esed kar û barên bendera Lazikiyê da Îranê, di navbera El-Esed û Rûsyayê de alozî derket

Dîsa di mijara Sûriyê de rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Serokê Sûriyê Beşar El-Esed di serdana xwe ya dawiyê ji bo Îranê de hevpeymanek gotûbêj kiriye. Lê gorî wê dê Îran kar û barên bendera Laziqiyê bi rê ve bibe, ev yek bûye sedema nerehetiya Rûsyayê."

Cezayir

Der barê geşedanên li Cezayirê de El-Şerq El-Ewset wiha got: "Duh rejîma serok Ebdilezîz Bûtiflîqa du derbe xwarin: Yek ew bû ku bi milyonan kes daketin kolanên paytextê û bajarên din û doza çûyîna Bûtiflîqa û rejîma wî kir. Ya duyemîn jî ew e ku xuya ye dê Partiya Cebhet El-Tehrîd xwe ji pişt serok bide alî, yek ji rêveberên partiyê got "Bûtiflîqa bû dîrok".

Sûdan

Rojnameya El-Ereb li se rojeva Sûdanê jî wiha nivîsî: "Qeterê çûn û hatina balafirên xwe bo Sûdanê rawestand. Li gorî çavdêran ev biryar ne bi sedemên bazirganî bû, lê li dijî helwestên serokê Sûdanê Umer El-Beşîr bû.

Qeterê di hefteyên dawîn de bi rêya ragihandinê êrîşî "diktatoriya" Sûdanê kiribû."

Zelandaya Nû

Rojnameya El-Ereb der barê êrîşa li dijî 2 mizgeftên li Zelandaya Nû wiha nivîsî: "Êrîşa li dijî du mizgeftên Zelandaya Nû bû sedema hêrs û şînê li gelek deverên cîhanê. Ji Papa Frances ta keybanû Elizabeth, serok Donald Trump û li cîhana îslamî jî."

Tirkiye

Her wiha rewşa aborî ya Tirkiyê bû mijara rojnameya El-Ereb: "Duh buroya serjimartinê ya Tirkiyê (Turkistat) diyar kir ku asta bêkariyê li welêt gihîştiye asta herî bilind. Turkistatê diyar kir ku di meha Çileyê de asta bêkariyê ji sedî 13.5 zêde bûye, ew jî nîşana kûrbûna aloziya aborî ye."