Gundewarê rojhilatê Reqayê piştî rizgarkirinê geş dibe

Piştî rizgarkirina Reqa û gundewarên wê, tevgera avahîsaziyê bi wayekî balkêş geş dibe. Girêdayî wê Şaredariya El-Cedîdat ji bilî xebatên şaredariyê yên rojane ji bo vejandina herêmê 17 ruxsetên avahiyan da.

Gundewarê rojhilatê Reqayê piştî rizgarkirinê geş dibe
Gundewarê rojhilatê Reqayê piştî rizgarkirinê geş dibe
Gundewarê rojhilatê Reqayê piştî rizgarkirinê geş dibe
16 adar, 2019   08:38

REQA

Rûbara bajarokê El-Cedîdat berfireh e û ji 6 gundan; Cedîde Kehît, Cedîde Xabûr, Oca, Hemed Esaf, El-Xefiye û Rl-Ewce pêk tê. Ji bilî koçberên ku ji ber ewlehiya herêmê lê bi cih bûne, hejmara şêniyan derdora 25 hezar kesî ye.

Piştî amadekirina Şaredariya El-Cedîdat, 25 karmend xwedî bawername di nav buro û komîteyên şaredariyê de hatin erkdarkirin.

Şaredariyê ji destpêka salê ve, xebatên xwe di vekirina riyan, rakirina cihê çopê yê bêserûber û veguhestina wan ji cihên diyar re dimeşîne.

Beşa Zabite ya girêdayî Şaredariyê dest bi çavdêriya xebatên firnan kir û buheya kîloya nan bi 85 lîreyên Sûriyê diyar kir. Her wiha beşa Zabite çavdêriya sûk û dikanan kir û buheya kelûpelan kontrol kir.

Her wiha Komîteya Xizmetguzariyê 3 riyên bajarokê bi kevirê şikandî sererast kir. Buroya Fenî jî 17 ruxsetên avahiyan da şêniyan. Ji aliyekî din ve 3 diraktorên girêdayî şaredariyê rojane çopê vediguhêzînin derveyî bajarok.

Girêdayî mijarê hevserokê Şaredariya Gel a El-Cedîdat Setam El-Hesen destnîşan kir ku ew pêwîstiyên şêniyan ên bingehîn  av, kehrebe û firin peyda dikin û di xebatên xwe de berdewam in.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji dema rizgarkirina gundewarê rojhilatê bajarê Reqayê 4 şaredarî ji bo xizmeta şêniyên herêmê hatine vekirin. Şaredarî ev in: El-Himêrat, El-Hews, El-Keramê û El-Cedîde.

(şx)

ANHA