Meclisên malbatên şehîdan ên Efrîn û Şehbayê şehîdên Helebçeyê bi bîr anîn

Meclisa Malbatên Şehîdan a Efrînê û ya Şehbayê şehîdên Komkujiya Helebçeyê di salvegera wê ya 31`an de bi daxuyaniyekê bi bîr anîn.

 Meclisên malbatên şehîdan ên Efrîn û Şehbayê şehîdên Helebçeyê bi bîr anîn
 Meclisên malbatên şehîdan ên Efrîn û Şehbayê şehîdên Helebçeyê bi bîr anîn
 Meclisên malbatên şehîdan ên Efrîn û Şehbayê şehîdên Helebçeyê bi bîr anîn
15 adar, 2019   12:24

ŞEHBA

Bi wesîleya salvegera 31`an a Komkujiya Helebçeyê ku ji aliyê serokê berê yê Iraqê Sedam Hisên ve sala 1988`an pêk hat û di encamê de zêdetirî 5 hezar Kurd ku praniya wan jin û zarok bûn, şehîd bûn, Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrînê û ya Şehbayê daxuyaniyek da.

Daxuyanî li pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan a li gundê Til Qerah a navçeya Ehres a kantona Şehbayê bi zimanê kurdî ji aliyê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Xemlîn Hesen û bi zimanê erebî ji aliyê endama meclisê Zekiya Îsmalîl ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

"Di dîrokê de gelên Rojhilata Navîn di gelek cengan re derbas bûne, lewre rastî gelek zirar û serpêhatiyan hatine. Gelê Kurd jî ji vê yekê bê par nemaye, rastî gelek komkujî, koçberî, talankirin û çewisandanê hatiye. Her wiha gund û bajarên Kurdan, ji aliyê pergalên serdest ve bi awayekî hovane rastî şewitandin û guhertina demografyayê hatine, nimûneya vê yekê Helebçe û Şengal in ku di jiyana mirovahiyê de dîrokeke reş e.

Em di salvegera 31`ê ya Komkujiya Helebçeyê de ku di encamê de nêzî 5 hezar mirov, ji jin, zarok, kal û pîran bûn qurbanî, heta vê kêlikê ne dîroka wan û ne jî bajarê wan di ber çavan re derbas nebûne.

Di vê salvegerê de, Komkujiya Helebçeyê ji civaka navdewletî re û kesên qaşo kesên banga mirovahiyê dikin, cihê şermê ye. Her wiha salvegera Komkujiya Helebçeyê rastî salvegera  dagirkirina bajarê aştiyê Efrînê tê ku ji aliyê faşîzma tûranî (Tirk)û bi serkêşiya Erdoganê tundraw ê Osmanî, ku li pêşiya çavên cîhanê wêrankirinên hovane der heqê şêniyên Efrîn û Efrînê de pêk anîn.

Em wek Meclisa Malbatên Şehîdan, vê komkujiyê û şehîdên wê bi vîneke xurt bi bîr tînin û bi bertekên  herî xurt em vê hovîtî, sûcdariya der heqê mirovahiyê û taybet der heqê şêniyên me yên li Helebçe û Efrînê de şermezar dikin."

(ekîb)

ANHA