Di nava çeteyên ku xwe radestî QSD`ê kirin, zarokeke êzidî hat dîtin

Di nava kesên ku îro ji Baxozê derketin û xwe radestî şervanên QSD`ê kir, zarokekî êzidî hat dîtin.

Di nava çeteyên ku xwe radestî QSD`ê kirin, zarokeke êzidî hat dîtin
15 adar, 2019   11:48

DÊRAZOR

Di nava tedbîrên pêwîst de ku şervanên QSD`ê ji bo çeteyên ku ji îro jî Baxozê derketin, şervanan zarokekî (11) êzidî dît.

Nûçegihanê me ku şerê li Baxozê dişopîne, ragihand ku zarokê bi navê Rîhad Nayif Kûtê (11) ji gundê Til Benat ê Şengalê ye, di êrîşên Tebaxa 2014`an ên li ser Şengalê de ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve hatibû revandin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku şervanên QSD`ê bi dehan êzidiyên ku ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve hatibûn revandin, ji Baxozê rizgar kirin.

(bx)

ANHA