Artêşa Tirk gundên Şêrawa û Şehbayê topbaran dike

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de gundên navçeya Şêrawa û kantona Şehbayê topbaran dikin.

Artêşa Tirk gundên Şêrawa û Şehbayê topbaran dike
13 adar, 2019   13:33

EFRÎN / ŞEHBA

Nûçegihanê me ji herêmê ragihand ku di van kêliyan de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ku li gundê Kîmarê bi cih bûne, gundê Ziyara yê navçeya Şêrawê topbaran dikin.

Nûçegihanê me diyar kir ku topbaran bi awayekî dem bi dem tê kirin. Her wiha artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Marî îro di saetên sibê de gundê Um Hoş ê kantona Şehbayê topbaran kir.

Li gundên navçeya Şêrawa û kantona Şehbayê bi hezaran şêniyên Efrînê û ji tevahî herêmên Sûriyê ku ji ber kiryarên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê neçar mane ji Efrîn derketine, hene.

Berfirehî tê…

(ekîb)

ANHA