Sersaxî ji malbata şehîd Rekan re hate xwestin

Şêniyên herêma Serêkaniyê ya kantona Hesekê berê xwe da konê sersaxiyê yê şehîd Rekan Silêman û sersaxî ji malbata wî re xwest. Ji fermandarên QSD`ê Cesûr Amûdê di merasîma sersaxiyê de axivî û got divê hevgirtina xwe ava bikin da ku şaneyên veşartî yên çeteyan tune bikin.

Sersaxî ji malbata şehîd Rekan re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Rekan re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Rekan re hate xwestin
13 adar, 2019   13:29

HESEKÊ

Bi sedan şêniyên herêma Serêkaniyê ya girêdayî kantona Hesekê berê xwe da konê sersaxiyê yê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Rekan Silêman ku di pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûye û sersaxî ji malbata wî re xwest. Konê sersaxiyê li navçeya Zirganê ya Serêkaniyê hate vedan.

Endamên sazî, navendên sivîl ên li bajêr, bi dehan ji endamên Hêzên Ewehiya Hundirîn, YPG, YPJ û QSD`ê beşdarî merasîma sersaxiyê bûn.

Li bin konê sersaxiyê endama Meclisa Serêkaniyê Meysa El-Elî û ji fermandarên QSD`ê Cesûr Amûdê axivîn û her duyan sersaxî ji malbata şehîd Rekan re xwest.

Meysa El-Elî destnîşan kir ku şehîdan efsaneyên qehremanî bi berxwedanî û fedakariyê  xêz kirine û bi kedeke mezin xaka xwe ji terorê rizagar kirine, da ew jiyaneke azad û birûmet derbas bikin.

Cesûr Amûdê diyar kir ku çete di aliyê leşkerî de hindik maye bi dawî bibin, lê divê ew ji şaneyên veşartî yên li hemû herêman hişyar bin. Cesûr Amûdê tekez kir ku kesên dixwazin Sûriyê parçe bikin, ew ê çeka xwe li hemberî wan rakin û ew hemû bi yekitiya xaka Sûriyê re ne û wiha dewam kir: “Lewma divê em hemû yekdest bin û li dijî dijminê derve, çeteyên DAIŞ`ê û artêşa dagirker a Tirkiyê rawestin.”

Merasîma konê sersaxiyê, bi sloganên “Bijî berxwedana şehîdan” û silavkirina malbata şehîd Rekan bi dawî bû.

(ekîb)

ANHA