Balafirên artêşa Tirk herêma Zê bombebaran kir

HPG’ê xuya kir ku balafirên şer ên artêşa Tirk, bombe li herêma Zê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin.

Balafirên artêşa Tirk herêma Zê bombebaran kir
6 adar, 2019   12:13

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) der barê bombebarana artêşa Tirk a dagirker de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya HPG’ê de wiha hate gotin: "5'ê Adarê saet di navbera 09:30 û 10:30'an de balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombe li deverên gundê Filleha, Şikefta Birîndara, Cîloyê Biçûk û Karker ên herêma Zê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Ji ber bombebaranê tu zerar negihîşt hêzên me."