Rêzeçalakiyên ji bo 8`ê Adarê didomin

Rêzeçalakiyên Kongreya Star ên ji bo 8`ê Adarê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam dikin.

Rêzeçalakiyên ji bo 8`ê Adarê didomin
Rêzeçalakiyên ji bo 8`ê Adarê didomin
Rêzeçalakiyên ji bo 8`ê Adarê didomin
Rêzeçalakiyên ji bo 8`ê Adarê didomin
Rêzeçalakiyên ji bo 8`ê Adarê didomin
Rêzeçalakiyên ji bo 8`ê Adarê didomin
Rêzeçalakiyên ji bo 8`ê Adarê didomin
Rêzeçalakiyên ji bo 8`ê Adarê didomin
Rêzeçalakiyên ji bo 8`ê Adarê didomin
Rêzeçalakiyên ji bo 8`ê Adarê didomin
Rêzeçalakiyên ji bo 8`ê Adarê didomin
Rêzeçalakiyên ji bo 8`ê Adarê didomin
6 adar, 2019   12:29

NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li dibistana Ehmed Mixlif a bajarê Hesekê pêşangeha "Enamil Mubtekara" ya zarokan hat vekirin. Her wiha pêşangeheke destkariyan a şêwekar Yusra Elî ku tê de çanda Ereb û Kurdan tê diyarkirin, hate vekirin.

Şêwekar Yusra Elî diyar kir ku bi boneya 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pêşangeha xwe vekir, ji ber ku girîngiya vê rojê di nava civakê de heye.

Li Serêkaniyê jî Meclisa Jinên Sûriyê bi boneya Roja Jinan a Cîhanê li Navenda Çand û Hunerê ya  Serêkaniyê semînerek da. Bi dehan jin ji hemû pêkhateyan, beşdarî semînerê bûn.

Di semînerê de cîgira Koordînasyona Giştî ya Meclisa Jinên Sûriyê Heyfa Mehmûd axivî û roja 8`ê Adarê li tevahî jiên cîhanê û bi taybet jinên Efrînê pîroz kir. Heyfa di semînerê de destnîşan kir ku şoreşa jinan li Sûriyê û rola jinan di nav de, mînaka meşaleya têkoşînê ye.

MINBIC

Li bajarê Minbic û gundewarên wê bi boneya 8`ê Adarê bi dirûşma "Bi berxwedana jinan jiyan geş dibe û teror têk diçe" şahiyek hate lidarxistin. Şahî li dibistana amadehî ya bajar hat lidarxistin. Endamên Komîteya Perwerde û Fêrkirinê, endamên sazî û komîteyên girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wê, her wiha bi dehan xwendekarên dibistanê tev li şahiyê bûn.

Di şahiyê de axafitin hatin kirin. Di axaftinan de îşaret bi rola jinan a di rizgakrirna herêmê de û rêveberina wê de, hat kirin. Paşê stran û dîlan ji aliyê Koma Berayim a Çerkez ve hatin pêşkêşkirin.

KOBANÊ

Bi boneya nêzîkbûna 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê jinên Buroya Aborî ya girêdayî Kongreya Star serdana navendên aboriya jinan ên li Kobanê kir û pirsgirêkên jinan di nava xebatê de nîqaş kirin.

Endamên Komîteya Aborî, jinên di saziyên civaka sivîl ên kantona Kobanê de, saziya Rêxistina Sara û Akademiya Şehîd Şîlan di serdanê de amade bûn.

Di destpêkê de jinan serdana firneya nan a Heyat kir ku jin tê de kar dixebitin. Li firneyê berdevka Aboriya Xweser a Herêma Firatê Newroz Cuman axivî û wiha got: "Tevî derfetên kêm aboriya jinan ev firne vekir da ku alîkariya koçberên di kampa Eyn Îsa de bikin, ev nan ji jin û zarokên koçber re diçe."

Piştî firneya Heyat, jinan serdana şitilgeha Miştenûr, kargeha Vîn û terzîxaneya Vîn kir. Piştre jinan berê xwe da Baxçeyê Serokatî ya li Qereqozaqê ku dikeve rojavayê bajêr.

(ekîb)

ANHA