Parîs û Tehran ji nû ve têkiliyên dîplomasiyê geş dikin

AFP’ê li ser zimanê çavkaniyên fermî yên Fransa û Îranê ragihand ku Parîs û Tehran biryara veguhestina 2 sefîran di navbera xwe de daye, piştî ku aloziya dîplomasiyê di navbera her du welatan de di havîna 2018’an de zede bû.

Parîs û Tehran ji nû ve têkiliyên dîplomasiyê geş dikin
6 adar, 2019   12:01

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyeke fermî ya Îranê, berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Behram Qasimî ji bo bibe balyozê Îranê yê Parîsê, hatiye erkdarkirin.

Ji aliyê xwe ve rojnameya fermî ya Fransayê îro biryarnameya erkdarkirina Philip Teipo, wek balyozê Fransayê li Îranê weşand.

Li gorî ajansa Fransayê, di dawiya Hezîranê de hewldana teqandina bombeyan di nava  kombûnekê de ji aliyê rêxistina "Mucahîdî Xelq" ve ya opozîsyona Îranê li bajarê Philpint ê nêzî Parîsê, hate pûçkirin. Fransayê şaxek ji Wezareta Îstîxbaratê ya Îranê bi plankirina wê çalakiyê tawanbar kir. Ji aliyê xwe ve jî Tehranê ew tawan nepejirand û di heman demê de Tehranê Parîs tawanbar kir ku rêxistina Mucahîdî Xelq dihewîne, jixwe Îran wê komê wek terorîst bi nav dike.

Ajansê destnîşan kir ku Fransa yek ji 3 dewletên Ewropayê ye ku tevî Almanya û Brîtanyayê, hewl didin hevpeymana nukleerê ya di 2015’an de hatiye mohrkirin, biparêzin, piştî ku DYA di Gulana 2018’an de bi biryara serok Donald Trump ji hevpeymanê vekişiya. Her wiha Tehran hewldana wan 3 dewletan heta niha bes nabîne.

(fr)