Li Efganistanê êrîşên xwekujiyê

Li nêzî balefirgeha Celalabad a li rojhilatê Efganistanê êrîşeke xwekujî pêk hat. Di encama wê de herî kêm 16 kes hatin kuştin.

Li Efganistanê êrîşên xwekujiyê
6 adar, 2019   11:04

NAVENDA NÛÇEYAN

Êrîş li nêzî buroya şîrketeke înşaatê ya derdora balefirgeha Celalabadê pêk hat.

Rayedarên herêmî diyar kirin ku di encama êrîşê de6 xebatkarên şîrketa înşaatê hatin kuştin. Her wiha hat diyarkirin ku piştî êrîşê di navbera kesên êrîşkar û xebatkarên ewlehiyê yên înşaatê jî şer çêbûye.

Berdevkê wîlayetê Ataûllah Hogyanî ji AFP’ê re axivî û got du kesên ku bombe li xwe pêçabûn, bombeyên xwe teqandin û wiha anî ziman,"Herdu êrîşkar ji aliyê xebatkarên ewlehiyê ve hatin kuştin.”

Heta niha tu rêxistinê êrîş ne girtiye ser xwe.